Polîtîk
Hê jî li Helebçeyê bombe têne dîtin
Li bajarê Helebçeya Şehîda Kurdistanê bombeyeke neteqiyayî ya ji serdema Saddam Husên mayî hate dîtin.
Li gor zanyariyan li gundê Ristembegê Awayiyê ya li ser bajaroka Xurmalê, cotkarek bi navê Xerîb Ristem dema ku cot dikir bombeyekî ditiye. Piştî ku Ristem zanyarî da hêzên ewlekariyê pispor hatin û bombe birin ku li ser lêkolînê bikin.
Birêvebirê bajaroka Xurmalê Simko Salar daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku ev bombe di dema Saddam Husên de hatiye bikaranîn û dişibe bombeyên ku di Operasyonên Enfalê de hatine bikaranîn.