Nivîsar

HDPê deynê xwe da

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî dawî bû. Encama hilbijartina ne bi dilê desthilatê bû. Ji ber ku AKPê û Erdogan li bajarên mezin wek Stanbul û Enqere şeredarî winda kir. Di van hilbijartina de xala herî balkêş ew bu ku, herkesek li himber desthilata AKPê û Erdogan bûn yek. CHP, IYI Parti, Partiya Seadet, HDP hemûyan dengê xwe li dijê AKPê û Erdogan dan.

HDPê li Stanbul, Enqere, Îzmîr, Mêrsin û Edenê berbijêr nîşan nedan û dengê xwe dan berbijêrên tifaqa Cumhur . Bi dengên HDPê li Enqere berbijêrê CHPê û IYI Partiyê MHP liye kevin Mansur Yavaş şeredariya Enqere destve anî. Li Stanbulê, Edene û Mersinê jî bi dengên HDPê berbijêrên CHPê serkeftina anin.

Tê zanin ku dema hilbijartinê parlementoyê de sala 2014ê ji bo , AKP bi serê xwe nebe desthilat diviya HDP benda hilbijartina derbas bike . CHPê hemû aliyên li dijê AKPê deng dan HDPê û HDP benda hilbijartian derbas kir û bi 81 parlementer destve anî. Di wê demê de berpirsên HDPê dan xûyakirin ku wan bi dengên emanet benda hilbijartinê derbas kirin. Her cardin bingehê siyaseta xwe li dijê AKPê û Erdogan bi hêztir kirin.

Di van hilbijartinan de HDPê deynê CHPê da û li bajarên mezinên Tirkiye deng dan berbijêrên CHPê.

Li Kurdistanê rewş gelek cuda bû. HDPê di encama siyaseta xwe ya xelet ji % 33 dengên xwe winda kirin. Li çend bajaran şeredarî ji dest dan û AKP li himber HDPê di nava kurdan de serkeftin anî.

HDP vê windakirina dengên Kurdistanê çewe dinirxîne nayê nazîn, yan cardin wek siyaseta heta niha behsa serkeftinên sexte bike , yan jî dê pêwendiyên xwe û PKKê berçavre derbas bike û rastiya xwe de bikaribe bibe partiyek sivîl û mafê rewa yê gelê kurd biparêze û bibe partiyek kurd.Ji berku siyaseta HDPê di van hilbijartinan de jî , ne siyasetek ji bo kurda bû, siyasetek ji bo Tirkiye bû. Encamê de jî ev yek eşkere hate xûyakirin. Ji vê pêve tiştek din HDPê serast nake.

Mixabin li Kurdistanê ji bo dengê kurda heta vê gavê jî tenê AKP wek bedilê HDPê ye. Hêja aliyên kurd nakarîne vê yekê pêkbînin. Lê hewldanên hene, ihtimala ku ev hewldan bi hêztir bibin jî geleke. Lê mixabin hinek aliyên kurd siyasetê piraniya cara ji bo berjewendiyên kesayetî bi kar tînin.

Di van hilbijartina de HDP ev xala zeyif girt dest xwe û bi navê Tifaqa Kurda, hinek navçe dan berbijêrên van partiyan ku ew kirin di xizmeta siyaseta xwe de. Van partiyan prensibên siyasî dan aliyekî û ketin di bin sêwana HDPê de.

Niha tenê partiyên ne di bin vê sêwanê de dikarin bibin bedilek û kar û xebata xwe li gora vê bikin.

Nûça/analîz

Back to top button