CivakPolîtîk

HDP xebata xwe li parlementoyê rawestand

Piştî girtina herdu hevserok û 7 parlementerên HDPê eve du rojbûn gruba HDP ya parlementoyê û Meclisa Partiyê li Diyarbekir di civînêdebûn.Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro biryara civinê ji bo Raya Giştî ragihand.Bilgen got: Civîna meclis û gruba partiyê de me dit ku êrîşa herê tari di diroka siyaseta demokratik  li himber me pêktê. Ji bo vê yekê me biryar da em niha xebata xwe ya di parlementoyê de rawestînin û berê xwe bidin gel. Emê bajar bajar, navçe navçe bigerin û guh bidin pişniyar û giliyên gelê xwe.Emê li gel dezgehên sivil û aliyên din yên civakê hevdîtina bikin û guh bidin pêşniyarên wan.Pêşniyarên ku bêne emê hemûyê binirxînin û daxuyanuyekî ji bo gelê xwe ragihînin.Herweha Bilgen got em di kombûnên parlementoyê de jî amade nabin.

Back to top button