Polîtîk

HDP tu girîngiyê nade tifaqa Kurdistanî

Li Tirkiye partiyên siyasî berendamên xwe ji bo serokkomariyê radigihînin. Lê heta niha ji AKP, MHP û BBP pêve kesekî berendamê xwe ranegihandiye. Divê heta 10 rojan de hemû berendamên serokkomariyê bêne kifşkirin.Di vê derbarê de cigirê hevserokê HDPê Saruhan oruç daxûyaniyek da û dibêje: Hêja em li gel heval û endamên xwe dişêwirin. Emê di nava HDPê de berendamek bi hêz nîşan bidin.Berdewamiya daxuyani xwe de Oruç dibêje: Emê bi berendamê xwe tevlî hilbijartina bibin û tu tifaqan  de cih negirin.HDP ji aliyekî vê dibêje û ji aliyek din ve behsa tifaqekî li gel aliyên din yên Kurd dike. Ev yek di vê derbarê de ne cidîbûna HDPê dide nîşandan. Dixweyê HDP cardin bi serê xwe tişta dizanê dê bixwîne û tu girîngiyê nade tifaqek Kurdistanî.

Back to top button