HDP li dijê rêkeftina Kurdistan ê Iraqş derdikeve

HDP jî wek Qendîlê helwesta xwe li ser rêkeftina Şingalê da xûyakirin. HDP îdia dike ku, rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îradeya Kurdên Êzidî û xelkê Şingalê nas nake û daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku rêzê li îradeya xelkê Şingalê bigirin û rê nedin careke din êrîşî Şingalê bê kirin. Berdevka HDPê Ebru Gûnay ragihand, “divê mafê xwerêvebirinê bo xelkê Şingalê bê naskirin û qebûlkirin.”

Berdevka HDPê Ebru Gûnay, îro di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê ragihand, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, îrade û daxwaza xelkê Şingalê piştguh xistiye.

Ebru Gûnay diyar kir, pêwîst e rêz li daxwaza xelkê Şingalê bê girtin û mafê xwebirêvebirinê bo nişteciyên Şingalê bê qebûlkirin.

Gunay got: “Wekî hûn jî dizanin, derbarê Şingalê de peymanek hat îmzakirin, ew peyman beriya her tiştî îradeya gelê Şingalê û gelê Êzidî nas nake, ew peyman ji bilî nûnerên êzidiyan û gelê Şingalê hatiye îmzekirin. Dixwazin bi wê peymanê, hêza xweparastinê ya gelê Şingalê ji holê rakin û gelê Şingalê cardin bi fermanan re rûbirû bihêlin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, di jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî de roja 9ê Cotmeha 2020an derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina rêveberiyeke nû li vê navçeyê gihîştibûn rêkeftinekê.

Li gor rêkeftinê, qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Istixbaratê dibe, bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê, herwiha divê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû paşmayên wê li Şingalê bê anîn.

Berdevka HDPê êrîşa DAIŞê ya bo ser Şingalê ya di Tebaxa 2014an de bi bîr xist û diyar kir, “peymanên ku li ser maseyan, li pişt perdeyan tên îmzekirin, ew peymanana îradeya gelê Êzidî nas nakin û sernakevin jî”.

Ebru Gunay got: “Şeş sal berê ji aliyê DAIŞê ve Şingal hat dagîrkirin û bi hezara Êzidî ji aliyê dijminê mirovahiyê, ji aliyê DAIŞê ve hatin qetilkirin, bi awayekî hovane jî hatin qetilkirin, jinên Êzidî di bazarên koleyan de hatin firotin û êrîşeke memzin ji rûmeta Êzidiyan re û ji hafizeya Êzidiyan re pêk hat. Ew êrîşa qirêj li ber çavên  dunyayê pêk hat, peymana ku li ser maseyan, li pişt perdeyan tên îmzekirin, ew peymanana îradeya gelê Êzidî nas nakin û sernakevin jî.”

Gunay di axaftina xwe de behsa mafê xwerêvebirinê bo xelkê Şingalê kir û daxwaz ji aliyên rêkeftinê (Iraq û Herêma Kurdistan) kir, ku mafê xweseriyê yê xelkê Şingalê nas û qebûl bikin. Gunay li ser vê mijarê dibêje: “Di şeş salên dawî de me dît ku gelê Êzidî dixwaze bi hêza xwe ya parastinê û xweser xwe îdare bike. Ew hêzên ku li ser Şingalê rêkeftinan dikin, banga me li wan ev e, îradeya gelê Şingalê nas bikin, mafê xweseriyê yê gelê Şingalê û gelê êzidî nas bikin û qebûl bikin, bi van peymanan, gelê Êzidî bi komkujî û dîsa bi fermanan re rûbirû nehêlin.”

Berdevka HDPê îdia kir, ku rêkeftina Şingalê ewlehiya Başûrê Kurdistanê dixe metirsiyê û got: “Divê baş bê zanîn ku hêzên îro li ser Şingalê bûne parçeyek ji peymanan jî, tevahiya Başûr jî dixin bin xeteriyê, ji ber ku em dibêjin, ewlehiya Şingalê, ewlehiya Hewlêrê ye, ewlehiya Silêmaniyê ye, ewlehiya Mexmûrê ye, ew jî divê bê zanîn.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, kontrola navçeyê bi temamî ketiye destê Heşda Şeibî û hêzên din ên hikûmeta Iraqê, lê hin hêzên ser bi PKKê ve jî di bin siya Heşda Şeibî de li navçeyê hene. Her ji wê demê ve du îdare li Şingalê hene, ku yek ji wan ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye danîn û rêveberiyek jî ya berê ye, ku nikare vegere navçeyê û li Herêma Kurdistanê karûbarên xwe birêve dibe.

Amerîka, Fransa, Almanya û Netewên Yekgirtî pêşwazî li rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, lê Heşda Şeibî û PKKê li dijî rêkeftinê derketine.

Nerîna min :