Civak

HDP kûştina 5 gundiyên kurd şermezar dike!

HDP kuştina 5 hemwelatiyên sivilên kurd şermezar dike

Di derbarê bûyera li Pasûrê de daxûyaniyek ragihand. HDP di daxûyaniya xwe de dibêje: Me bûyera li Pasûrê ku 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dayê bi xemginî sehkir. Em bûyera ku bûyî sedemê kuştina hemwelatiyan şermezar dikin.Em rehmeta xwedê ji kesên jiyana xwe ji dast dayin re dixwazin.Serxweşiya malbatên wan dikin.

Ev dema ku ji hemû demekî behtir ihtiyacê me li aşitiya civakî heyî û dema yasayê infazê tê gitubêj kirin, kirina vê bûyerê gelek pirsgirêka peyda dike. Em dixwazin ev bûyer bê roni kirin .

HDP û aliyên din yên ku vê bûyerê şermezar dikin baş dizanin ku, ev bûyer ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kirin. Lê kesek behsa navê PKKê nake. Di encam de kesên jiyana xwe ji dest danîn kurdin , gundine û sivilin. Yanî bi awayek din ev çalakî li himber gundiyên kurd hatiye kirin.

Ji bo vê yekê dema partiyek yan jî aliyek siyasî vê bûyerê şermezar dike gerek failên wê jî şermezar bikin. Eger ev yek neyê kirin di şermezarkirina bûyerê de tu bihayê daxûyaniya namîne.

Back to top button