HDP ji bo serokkomariyê berbijêrê xwe dertêxe

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xûyaniyekî de got ku, dê HDP bi berbijêrê xwe tevlî hilbijartina serokkomariya Tirkiye bibe. Piştî vê daxûyaniya Buldan nirxandinên cuda hatin kirin. Ji ber ku heta Buldan ev daxûyanê nedayî, HDPê dida xûyakirin ku ,” eger maseyê 6 kolî berbijêrekî li gora pîvanên me derêxe emê pişgiriyê bikin” Herweha HDPê tenê navek dida û digot: Eger maseyê 6 kolî serokê şeredarê Enqere Mansur Yavaş wek berbijêrê serokkomariyê destnîşan bike em pişgiriyê nadin.
Di bingehê xwe de dema daxûyaniyên HDPê û taybetî yên hevserokê bere Demirtaş baş bene nirxandin, vekirî dixeya ku, dê HDP pişgiriya berbijêrê 6 kolî ku eger ew jî serokê CHPê Kiliçdaroglu be bike.
Lê di rastiya xwe de ne daxûyaniyên hevseroka HDPê Pervin Buldan û ne daxûyaniyên Demirtaş û herweha ne daxûyaniyên berpirsên HDPê di vê derbarê de ne xwedî girîngiyekî ne. Ji ber ku evên navê wan derbas dibin ne xwedî biryarin û cihê biryarê ne nawenda HDPê ye. Cihê biryarê yan Îmraliye û yan jî Qendil e. Herkes dibine eve demek dirêje Abdullah Ocalan di vê derbarê de tu daxûyanî nedane. Lê baş tê zanin ku, li Îmralî hevdîtinên AK Partiyê li gel Ocalan hene. Pervîn Buldan vê yeke ji herkesekî bêhtir dizanê. Lê herkes aliyek din ve daxûyaniya dinirxîneBi awayek din vekirî meyla Demirtaş li ser maseyê 6 kolî û taybetî jî CHPê ye. Di vê derbarê de li bîra me be, Qendil di bûyera Mersînê de bala Demirtaş kişandibû û heta Demirtaş bi nêzikbûna CHPê itham dikira .
Ji aliyek din ve gelek vekirî û eşkereye ku, eger HDP di hilbijartinan de ji bo serokkomariyê berbijêrê xwe derêxe, ev ji berjewendiya AK Paretiyê de ye û Ak Partî vê yeke daxwaz dike. Vêca hilbijêrên HDPê dê çewe vê rewşê binirxînin û denge xwe bidin ev bazarek dine.
Wek din jî HDP li gel partiyên çepên martjinalên tirk di nava tifaqekî de ye.Ev jî “ Tifaka Ked û Azadiyê“ ye. Tifaka Ked û Azadiyê ji berî du roja daxûyaniyek ragihand û vekirî got: Em weke tifaq di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dizanin û ji her demê bêhtir bi biryar in ku erka xwe ya rizgarkirina Tirkiyeyê ji şert û mercên heyî bi cih bînin. Di pêvajoya diyarkirina namzetê xwe yê di hilbijartinên Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî bijardeya namzetê hevpar in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê bête diyarkirinin.
Gelek cara hatiye nivîsandin ku, AK Partî û CHP li ser dengen HDPê hesaba dikin û her aliyek lig ora xwe din ava hewldanekî de ye. AK Partî li ser Ocalan û CHP jî li ser Demirtaş û heta radeyekî li ser Qendil dileyze. Berpirsên HDPê û taybetî Buldan ji niha ve zemînê helwesta ku HDP deynê holê çêdike. Mimkine ne Ocalan û ne jî HDP vekirî pişgiriyekî nedin AK Partiyê, lê dê ew bi awayek ku berjewendiya AK Partiyê re helwesta xwe bidin nişandan.
Li bajran dengderên HDPê vekirî dibêjin ku, tu rolê Ocalan nemaye û ji bo vê jî hilbijartinên şeredariya û helwesta Ocalan didin nişandan.
Dikarin behsa `pêvajoyek din a çareseriyê` bikin da ku helwesta xwe meşru bikin. Lê dixweyê niha AK Partî ji vê yeke gelekî düre. Kesek naxwaze siyasetek din a “Xendeka“ derkeve holê. Bê guman destpêkirina pêvajoyek din li gel PKKê bi her navî be dê trajediyek din bîne sere millete Kurd..
8.01.2023
Nêrîn/Şirove