Nivîsar

HDP her wek xwe bû lê Tan?

 Piştî daxuyaniya parlementerê HDPê Altan Tan di derbarê siyaseta PKKê û rewşa HDPê de, behsa bedila avakirina partiyek din bi awayekî kirîbû. Tan dabû xuyakirin ku, siyaseta şer û çalakiyên çekdarî ne raste û herweha ji bo daxûyaniyek ya Duran Kalkan, Tan gotibû  bila Kalkan îstifa bike.Bê goman di nava HDPê de nabe kesek ji derê siyaseta hatî kifşkirin xeber bide. Tan ev yek baş dizanî, car carê hinek daxuyaniyên cuda bidan jî lê her demî siyaseta ku PKKê rêve dibûya girêdayî ma. Ji xwe sedemê ku cara duyem jî bo parlementer ev bû.Lê piştî daxuyaniya dawî, Demirtaş jî bersiva Tan da û got: Tan dixweyê rêya xwe daniye. Bi awayekî Demirtaş da xuyakirin ku, hêdî demê çûyina Tan hatiye.Ji xwe tu di nava HDPê de behsa Kalkan bikî nabe. Yan divê tu rexneyek zatî bikî yan jî dûr bikevî başke rê tuneye.Piştî Demirtaş endamê komita Gelan baweriyên oli yê Kongreya Civata Demokratik Huseyin Bariş daxuyaniyek da rojnama Cumhuriyetê û di derbarê Altan Tan de gelk hişk axivî.Bariş got:Tiştên ku Tan dibêje ne raste. Tan di cîhana xeyalan de dijî.Yê ku Tan bi xwe xuliqandî ev tevger bi xwe ye. Tan derkeve ji medyayê re van gotina bêje ne raste.Berdewamiya axvtina xwe de Bariş got: Altan Tan dixwazê nêzik AKPê bibe.Ji xwe şirîkên wî jî ji AKPê ne. Divê Tan û yên wek wî bizanibin bi van gotinan mezin nabin.Divê vê yekê welê bizanin.Di daxuyaniya Bariş de ji rexneyê zêdetir tehdîtek heye.Lê PKK/HDP eve. Dema tu bixwazî bi serê xwe bifikirî nabe. Îro TAN e dê sibe yên wek TAN ji bo parlementoyê ji dev baweriyên xwe berdayin ketin di nava HDPê, hemû wek TAN lê tên. Akîbeta wan jî dê wek Tan be.Li Bakur heta leyiztikên hinek artistên siyasî neyê dîtin, şirove kirina kesayeta jî rasteqênî nayê kirin.Altan Tan kesek muhafazakar û dindar e. Ertugrul Kurkçû kesek Tirk kemalist û çep e. Başe dê ev herdu baweri dê çewe bi hevre bijîn.Eger pirsek netewî hebûya û HDPê li ser nirxên netewî Kurdistanî siyaset bikira dê hingê mirov bikaribiya bêje; ji bo berjewendiyên netewî hemû aliyên fikrên cuda li gel hev dikarin rêbikevin. Lê li vê derê ne kurdîtî ne jî Kurdistanî heye.HDPê roja hatî damezirandin heta niha wek xwe ye. Altan Tan ev yek baş dizanî. Dixweyê ne HDP Tan bi xwe guheriye. Bivê nevê ev pirs ji Tan tê kirin. HDP her wek xwe bû. Gelo çima Tan ev yek nû dît û ji bo çi ? Nûçe/analiz /N. Firat 

Back to top button