Hatina artêşa Tirkiyê ya nêzîkî Musilê nirxandin
Roja sêşem 15.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê kir.Li hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê silav û rêzên Serok Wezîrê Iraqê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî derbirî ku ji bo cara duyeme ku li nêzîkî bereyên ceng li gel Serok Barzanî komdibê. Her wiha pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê jî li Serok Barzanî kir.Li vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiya di navbera dewleta Iraqê û cîranan û babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî Musilê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû kêşeyên di navbera Iraq û cîranên wî li rêya diyalogê ve bêne çareser kirin û hewl jî bidin peywendiya di navbera Iraq û cîranên wî peywendiyekî baş bê.Li beşekî dinê civînê de behsa pêşketinên meydaniyên dawî ya şerê dijî terorîstên Da’îş û her wiha serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqiyan li bereyên şer û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê Da’îş kirin û eve jî dûpatkirin ku pêwîste hemû navçeyên li bin destê terorîstan bêne derxistin û pêkhatên Iraqî jî rola xwe li paşaroja navçeyên xwe yê azadkirî de hebê.Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku diyalog û hevdîtinên ji bo çareser kirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda berdewam bê.