Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di semînara ku ji aliyê Yekêtiya Odeyên bazirganî û pîşesaziyên herêma Kurdistanê û Civata Bazirganiya Amerîka-Kurdistan li bajarê Hewlêrê li roja 12.12.2015ê hatibû amade kirin û hijmareke karsaz û bazirganên Kurdistanê û Amerîkayê tê de beşdar bûn, peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de got ku hebûna Civata Bazirganiya Amerîka-Kurdistan ji bona pêşkeftina têkeliyên aborî û êkonomî di navbera herê aliyande pêngaveke giring e.Talebanî got ku hatina kompaniyên Amerîkayê bo Kurdistanê dibe derfetek ku ji nêzîk rewşa herêma Kurdistanê têbihigin bi taybetî di vê demê de ku Kurdistan rastî gelek alozî û kirîzan hatiye weke; cenga dijî DAÎŞê, kirîza êkonomî û hatina hijmareke gelek zêde ya koçbe rû penaberan bo herêma Kurdistanê. Sazkirina vê semînarê di vê rewşê de ji bo herêma Kurdistanê serkeftinek mezine.Cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di gotara xwe de behsa giringiya têkeliyên bi Amerîkayê re kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî, civakî, kulturî û leşkerî de ji karên xwe yên pêşîn dizane.Talebanî ew yek jî got ku tevî hebûna cudahiya hizirûbîran li ser çend pirsan û di çend waran de di navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de, lê tevî vê jî roj bi rojê têkelîyên her du aliyan ber bi pêş diçin.Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de bi başî zanî ku Civata Bazirganiya Amerîka-Kurdistan bibe piştevanek ji bo guncandina qanûnan û rênîşanderek di warê sektora taybet de û pêşxistina wê sektorê li herêma Kurdistanê, herêma Kurdistanê dikare mifay ji pispor û şarezayên Amerîkayî werbigire ji bo pêşxistina sektora taybet û amadekirina nexşerêyekê ji bo paşerojê ku bi tenê îtîmad li ser hikûmetê herêma Kurdistanê nemîne. Û daxwaz ji beşdarên semînarê kir ku di warên cuda de sektora taybet pêş bixin û wezîfeya girana hikûmetê sivik bikin.Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê, di semînarê de peyvek pêşkeş kir û sipasiya amadekarên semînarê kir û ew bi pêngaveke baş ji bo hevnaskirina bazirganên Kurdistan û Amerîkayê wesif kir û dê bibe destpêkek ji bo zêdetir li hevnêzîkbûna her du aliyan.Wê sipasiya şandeya bazirganên Amerîkayê kir ku di vê rewşa dijwar de serdana herêma kir û got ku Civata Bazirganiya Amerîka-Kurdistan (USKBC) bi armanca teşwîqkirina kompaniyên amerîkayî bo herêma Kurdistanê hatiye ava kirin. Li gor nûnera hikûmeta Kurdistanê ew gotara serokê herêma Kurdistanê di serdanan xwe ya dawiyê de li Odeya bazirganiya Amerîkayê pêşkeş kirî baweriyeke mezin da kompaniyên amerîkayî ku ber ê xwe bidin herêma Kurdistanê.Konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê di peyva xwe de destxweşî li bazirganên Amerîka û Kurdistanê ji bo wê hevkariya di navbera wan de heye kir û got ku ew hevkarî dê bibe sedemê zêdetir pêşkeftina herêma Kurdistanê di hemû waran de û li ser sazkirina semîranê jî wî got ku giringiya vê semînarê di wê yekê deye ku, Amerîka û Kurdistanê girêdaneke aborî ya giring bi hev re heye.