Hate ser hukim giriyan, eger bimrê wê çi bikin!

Nûçeya herî dawî ya li ser ser Kim Jong Un Serokê Koriya Başûr, li giraveke dûrê rojavayê Koriya piştî neştergeriyeke giran yê dil û xwînberên wî li bêhişiyê (koma) daye.
Lê belê li gor çend belgeyên heyva destkirdê taybet bi Koriya Bakûr ku li Washingtonê cêgîre, Şemendefer(Tren) û 5 otombêlên taybetên Kim Jong Un ji 21ê nîsanê heta 23ê nîsanê ji cihên xwe neliviyane.
Projeya Çavdêrîkirina 38 North, Roja 25ê nîsanê li rêya New York Times ve eşkere kir ku Şemendefer û Otombêlên taybetên Serokê Koriya li navçeya Winsan tevnegeriyane.
David Makswel pîsporê karubarê Koriya Bakûr li saziyeke berevaniya li Demokrasiyê ji bo rojnameya New York post nivisiye: “Tenê ewe tê zanîn ku Kim li rewşeke xerapdaye. Ji bo wê yekê heta ji dewletê ve ranegihînin kes nikarê mirina wî piştrast bike. Ji bo wê yekê şeş milyon û 500 hezar xeta telefonê li Koriya Bakûr kar dike. Eger tişteke wiha rûbide bi lez belavdibê û wekî berê nîne”.
Makswêl dibêje ev malbat hemû bi nexweşiya dil mirine. Kim Jon Îl ê bavê wî sala 2011 û Kim Îl Song ê bapîrê wî li 1994. Ji bo wê yekê ev jî eger wê neştergeriyê nekira qelewî û zexta xwînê wî dikûşt. Lê belê piştî neştergeriyê çi rûdaye eve heta niha eşkere nîne.
Her wiha li ser hatina ser hukma Kim û çûna wî ya li ser hukim, Song Yong Li pîsporê Koriya Bakûr li kolêja Flicher ya ji bo lêkolînên dîplomasiyê ya li Zanîngeha Tafts ji bo rojnameya Z post gotiye: “Dema Kim Jon Il mir, Koriyan ji xwe dida û digiriyan, her wiha ku Kom Jon Un-ê kurê wî hate ser hukim xelkê bêyî ku rondik ji çavên wan da bê xwarê ji bo wî digiriyan, ditirsim ku mirina wî ragihînin xelk bikenê”.