Kultur

Hamlet bi kurdî

Hamlet, Hebûn an nebûn” Bi muzîk û stranan – versiyona kurdî 

5 & 6 November 19:00 Södra Teatern, Stora Scen, Mosebacke Torg 1, Stockholm

Hamlet dê cara pêşî ji hêla derhênerê hunerê yê RASTê Celîl Toksoz ve li çanda kurdî û li zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) bê anîn û wergerandin. Toksoz (1960, Amed) di sala 1986an de çûye Holandayê û di sala 1994an de Dibistana Şanoyê ya Amsterdamê kuta kiriye. Niha jî ji bo ku projeya xeyalê xwe pêk bîne, vedigere Amedê: Versiyona kurdî ya Hamleta Shakespeare ku li cîhanê nav daye.

Çîroka Hamlet li dora mijarên gerdûnî yên wekî çavnebarî, tolhildan û nasnameyê digere. Ev mijar di dîroka kurdan de jî xalên girîng in. Piraniya produksiyonênşanoyê di wê baweriyê de ne ku Hamlet wekî kevneşopiya dengbêjiyê ye.

Di lêanîna Hamletê de du dengbêj dê rolên sereke bilîzin û dê şêweyê bidin têkiliya di navbera lîstikvan, stranbêj û orkestraya kurdî de. Temaşevan dê şahidiya pêşandaneke rasteqînî ya stranên taybet û muzîka zindî bikin. Muzîka zindî dê bi def, dahol, zirne, tembûr, banço û kemanê bê çêkirin. Hûnermenda navdar Rojda Gertrûde, wê rola “dayîka hamlet” şîrove bike

Kurdiska Riksförbundet: 070 456 79 71 – 073 655 67 15 

Back to top button