Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku duh li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Serokê Rêveberiya Demî Muhammed Colanî re hevdîtin pêk anîbû, têkildarî peymana ku di navbera Colanî û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî de hatiye îmzekirin de got, “Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji bo dawî li dagirkerî û korsaniya YPG’ê bîne, însiyatîf bigre. “Pêşniyara me ji rêveberiya nû re ew e ku mafên Kurdên Sûriyê bidin, Ev yek ji bo Serokomarê me hem jî ji bo Tirkiyê pir girîng e.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Rêveberê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler duh li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Serokê Rêveberiya Demî Ehmed Şara re hevdîtin kirin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di weşana kanala tv100ê da rojev nirxand.
Derbarê serdana xwe ya Şamê de Fîdan got, “Serdana me ya Sûriyê serdaneke girîng bû. Wek Tirkiye berjewendiyên me yên jiyanî, di serî de jî ewlehiya me heye. Rêxistinên terorê hebûn ku şert û mercên Sûriyeyê îstîsmar dikirin. Di navbera her du welatan de mijarên din jî hene ku divê bên nîqaşkirin, geşedanên heyî werin nirxandin û bên rojevê. Weke enerjî û alîkariyê. Em li ser van hemûyan axivîn. “Ev serdanek baş û berhemdar bû,”
Wezîr Fîdan di daxuyaniya xwe de got:
“Eger peymanek bi niyeta baş hatibe îmzekirin, ya pêwîst divê bê kirin. Lê dibe ku li wir hinek pirsgirêk hebin, hinek mayin li pêşiya wan hebin. Weke Tirkiye em vê yekê ji nêz ve bi perspektîfa xwe de dişopînin. Hêvîdarim ku ev yek bêyî rijandina zêde xwîn bi aramî derbasî jiyana normal bibe.”
Wezîr Fîdan her wiha bal kişand ser mafên Kurdên Sûriyê û got, “Pêşniyara me ji rêveberiya nû re ew e ku dayîna mafên Kurdên Sûriyê gelekî girîng e. Hem ji bo Serokkomarê me hem jî ji bo Tirkiyeyê. “Wek hûn jî dizanin di serdema Esed de mafên kurdên Sûriyê nehatine dayîn.
Fîdan axaftina xwe wiha domand:
“Rêveberiya nû û gelê Sûriyê bi hestiyên lîderekî ku welat di belengazî, xizanî û birçîbûnê de hişt, bi tenê ma. Niha sîstem bi dewlet û gelê xwe re hewl dide xwe li ser piyan bigire. Hem ji civaka navneteweyî hem jî ji me wek cîranên xwe pêdiviya wê bi hemû piştgiriyan heye. Berpirsiyariya me ya dîrokî ye ku em alikariya xuşk û birayên xwe bikin û bi şêweyekî profesyonelî û bi derfetên dewletê yên nûjen bi her cure piştgirî bidin wan. Ji aliyê din ve wek Tirkiye berjewendiyên me yên jiyanî hene, bi taybetî ewlehiya me. Rêxistinên terorîst hebûn ku hin şert û mercên li Sûriyeyê îstîsmar dikirin.”