Hakan Fîdan behsa pêwendiya stratejik li gel Iraqê dike
Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fidan di kanala CNN Turkê de bersiva gelek pirsên girîng dan û behsa siyaseta Tirkiye ya derve kir. Fidan berfirehî behsa pêvajoya pêwendiyên nû li gel Bexdayê kir û herweha behsa helwesta Tirkiye li himber PKKê kir û di vê derbarê de behsa helwesta Bexdayê jî kir.
Fidan gotina xwe de bi weha got:
Li Iraqê xebatên me yên li ser erdê û yên siyasî di têkoşîna li dijî terorê de girîng in. Iraq di van 20 salên dawî de di rojên dijwar re derbas bûye. Di van 4-5 salên dawîn de karîbû ku bêyî şer şert û mercên polîtîkaya normalîzekirî pêk bîne. Em hewl didin ku bi hikûmetê re li hev bikin. Ew xizmetên bingehîn pêşkêşî gelê Iraqê nake.
PKK ji aloziya li Iraqê sûd wergirt da ku hebûna xwe berdewam bike û pêgeha xwe berfireh bike. Em li ser axa xwe di nava têkoşîneke dijwar de ne. Em jî dixwazin bi xêzkirina rêgeza wê ya stratejîk, Iraqê jî bikşînin nav vê yekê. PKK bi piştevaniya hinekên din li Iraq û Sûriyê herêmên berfireh dagir dike. Ev rewş zirareke mezin dide Iraq û Sûriyê. Em vê ji muxatabên xwe re dibêjin. Ev argumanek bi bandore. Pêwendiyên ku me bi hemû desthilatdarên Iraqê re çêkiriye hatine vê nuqteyê. Wan PKK wek ‘rêxistineke qedexekirî’ îlan kir. Li Iraqê pêkhateyên hikûmetê hene. Girîng e ku ew piştgirî bidin heman mijarê. Em behsa têkiliyek mezin dikin ku ne tenê ewlekarî ye lê di heman demê de aborî û enerjiyê jî dihewîne. Dema ku hûn bikevin têkiliyek li ser bingeha pêşveçûna aborî, divê pirsgirêkên ewlehiyê ji holê rabin.
Têkiliyên ku me van salaên dawî kirîn girîngin. Helwesta me qet cuda nebû. Me her tim bi heman armancê heman peyam da. Wan ev yek dît. Wan dît ku li devera bêqanûnî hebe dê veberhênanên aborî yên mezin neyên kirin. Pêdiviya Iraqê bi vê yekê heye.
Dibe ku Îran jî di warê aborî û ewlehiyê de cih bigire. Dema em bi Îranê re dicivin em behsa Iraq û terorê dikin. Lê pêşketina herêmê girîng e. Di navbera me de mekanîzmayeke pêwendiyê berdewam e. Em dixwazin vê zêdetir bi sazî bikin. Serdana Serokê me di meha Nîsanê de ye. Em hewl didin ku heta serdanê hin peymanan pêk bînin. Em ne tenê li ser ewlehiyê di heman demê de li ser gelek qadên wekî aborî, çandinî û avê jî dixebitin. Em hewl didin ku di serdana Serokê me de ev peymana pêwîst were îmzekirin.
Hevkariya me ya îstîxbaratê berdewam e. Hevkariya me li ser bingehê ewlehî û terorê heye. Em bi hikûmeta navendî re ji bo rêgirtina li herikandina terorê di navbera Sûriye û Iraqê de dixebitin. Me bi Heşda Şeibî re li ser Şengalê gotubêj kirin. Armanca me ew e ku em ewlehiya sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de dabîn bikin. Rêxistin bi komkirina hêza xwe li du cihan dixwaze sînerjiyê çêbike. Pirsgirêkên me li cihên ku rêxistina terorê xwe spartiyê hene. Ger hûn bi dîplomasiyê tiştan baş bikin, hûn ê şer kêm bikin. Ger hûn pêvajoyê baş bi rê ve bibin, îstîxbarat û leşkeriya we dê kêmtir bixebite. Armanca me ew e ku em bi hevkarên xwe re di têkoşîna li dijî terorê de hevkariyê bikin. Ev jî di berjewendiya wan de ye.
Li Iraqê her kes elektrîk, rê, nexweşxane û perwerdeyeke baş dixwaze. Zextên cidî li ser koalîsyonê dikin. Welatek ji aliyê petrolê ve dewlemend e. Siyasetmedar dixwazin li ser pêşveçûnê bisekinin. Di vî warî de ji me çêtir mînak û hevkar nabe. Vîzyona me ya polîtîkaya derve girîng e. Vîzyonek li ser bingeha dewlemendiya hevpar a li herêmê ye. Ji bo vê jî divê pirsgirêka ewlehiyê ji holê bê rakirin. Ji bo me ya girîng ew e ku Iraq wan wek metirsî bibîne. Dema em PKK’ê tine bikin, em naxwazin bi welatên dost re bibin dijmin. Tişta ku em bala xwe didinê ew e ku ew rêxistinê neparêzin û piştgirî nekin. Dema ku me cara yekem pirsgirêka Silêmaniyê anî ser ziman, me ti nav bikar neanîn.
Dema ku me pirsgirêka Silêmaniyê bi tundî anî ser ziman, me ti carî navên kesan ji raya giştî re negot. Em dibêjin serkirdayetiya YNKê peywendiyên xwe yên ligel PKKê de ava dike, ji bo me pirsgirêk zêdetir bûye, bûye metirsiya ewlehiya neteweyî. Berê jî me ev yek wek îstixbarat timî rapor dikir.
Ev mijar her tim bi dizî bi wan re hatiye nîqaşkirin û ev sê-çar sal in em ji wan re dibêjin.
Lê di qonaxeke diyarkirî de divê ev yek ji raya giştî re were eşkerekirin û zextek cûda were kirin. Ji ber ku dema em gavekî bavêjin, divê ev yek ne ji bo pergala navneteweyî û ne jî ji bo aktorên me yên li herêmê bibe surprîz. Di vê derbarê de em fikarên xwe tînin ziman.
Ya ku em dixwazin ew e ku rêveberiya Silêmaniyê têkiliyên xwe yên bi PKK’ê re qut bike. Dema ez li dijî PKK’ê şer dikim, dixwazim wî weke hevalekî bibînim.
Ya duyemîn jî, ne tenê piştgiriya hebûna rêxistinê li derdora Silêmaniyê dikin, lê Silêmaniyê jî ji bo piştgiriya lojîstîkî ya YPGê li Sûriyê dikin bingeh.
Dema ku hûn li ser vê mijarê zextê dikin, dibêjin, “Li ser vê yekê zêde em nikarin tiştekî bikin. Ev zexta Amerîkayê ye, tên, hawirdora Silêmaniyê bi kar tînin. Pira hewayî ava kirine, tên û diçin. .”
Em hincetên wiha qebûl nakin. Bi rastî jî zextên me yên li ser vê mijarê wê bidomin. Daxwaza me ew e ku hevalên me yên li Silêmaniyê dema rê nêzîk e ji xeletiyên xwe paşde vegerin, wek di dîrokê de îro jî dostaniya xwe bi Tirkiyê re xurt bikin û bi hev re ber bi paşerojeke hevpar ve bimeşin.