Polîtîk

HAK-PARê mafê beşdariya hilbijartinan wergirt

erokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, “Em dibêjin alternatîfeke ku ji Kurdan re statuyekê dixwaze û mafê Kurdan dixwaze ava bikin. Ev bi rastî hewcedariyeke mezin e. Em dibêjin xeta Kurdistanî ya ku mafên Kurdan dixwaze bibe alternatîf û me ev kir. Me mafê beşdariya hilbijartinan wergirt.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li 43 bajaran rêxistinên xwe damezrandin û mafê beşdariya hilbijartinên Hezîrana 2023an bi dest xist.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan li ser mijarê daxuyaniyek da Rûdawê û diyar kir ku wan li 43 bajaran xebatên xwe yên rêxistinî temam kirine.

‘Me mafê beşdariya hilbijartinan wergirt’

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan got, “Li gorî yasayê ji bo beşdariya hilbijartinan pêwîst e li 41 bajar û 31 navçeyan rêxistinên we hebin lê em li 43 bajaran rêxistinkirî ne. Bi vî awayî me mafê beşdariya hilbijartinê bi dest xist. Ev agahî li ser rûpela partiyên siyasî ya Dadgeha Bilind jî bi fermî hatiye tomarkirin. Hilbijartin dê di 18ê Hezîrana 2023an de bên kirin, li gor qanûnê divê herî kêm 6 mehan berî hilbijartinê te rêxistina xwe temam kiribe. Li gorî vê hesabê mafê me heye ku em beşdarî hilbijartinê bibin.”

Em dibêjin ‘Xeta Kurdistanî, xeta neteweyî‘

Kaplan li ser pirsa gelo dê ji bo hilbijartinan bi partî û rêxistinên Kurdistanî yên wek Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) re tifaqê bikin yan na got, “Belê, di fikra me de jî ev heye. Em dibêjin ‘Xeta Kurdistanî, xeta neteweyî’. Divê alternatîfekê dayne, siyaseteke resen, azad divê hebe. Ji ber vê yekê partiyên Kurdistanî tifaqên me yên xwezayî ne.”

‘Em siyaseta HDPê şaş dibînin’

Kaplan li ser pirsa gelo hûn ê bi HDPê re tifaqê bikin jî got, “Niha siyaseta me û ya HDPê ji hev cuda ye. Em dibêjin HDP di rêya xwe de diçe. Em siyaseta wan şaş dibînin. Şansekî wisa tune ku em tifaqekê bikin û rêya rast jê derkeve.”

“Em dixwazin alternatîfeke ku ji Kurdan re statuyekê dixwaze ava bikin”

Kaplan her wiha anî ziman, “Em dibêjin ew ên li derveyî HDPê ne, yên ji Kurdan re statuyekê dixwazin, mafên Kurdan dixwazin re alternatîfekê ava bikin. Ev bi rastî hewcedariyeke mezin e. 100 sal in Kurd dibin stûna desthilatdariyê. Em dibêjin xeta Kurdistanî ya ku mafê Kurdan diparêzin dikarin alternatîfekê daynin lê me ew daniye. Me mafê beşdariya hilbijartinan wergirtiye. Di pêşerojê de em ê bang li birayên xwe bikin û bibêjin mafê beşdariya hilbijartinan a HAKPARê bi hev re bikar bînin. Yanî platformeke Kurdistanî ava bikin.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Kaplan pirsa budceya ku dê di xebatên hilbijartinê de werine bikaranîn jî bersivand, “Di vê demê de ku pereyên te tunebin, tu nikarî gelek tiştan bikî lê her tişt ne pere ye, di serî de divê ew yekitî û alternatîfa ku dê were avakirin baweriyê bide gel. Heger em vê çareser bikin dê pirsgirêkên aborî jî bi hêsanî çareser bibin.”

Back to top button