Kultur
Hadassa Yeshurun: Xewna min ya mezin ewe serdana Kurdistanê bikim
Xanima stranbêj Hadassa Yeshurun Kurdeka Cihu ye û niha li welatê Îsraîlê dijî. Li daxuyaniyekê xwe ya taybet de dibêje: Min gelek stran bi her du zaravayên Kurmanciya xwarê û Kurmanciya jûrê û dîsa bi aramî jî gotîne, niha çendîn projeyên nû yên tomar kirina stranan li ber destê min hene. Ez niha kar têda dikim. Her wisa xewna min ya mezin ewe bême Kurdistanê.
Xanima stranbêj Hadassa Yeshurun her wiha got: Min li gel Ava TV hevdîtinek çêkiribû ku ez bême Kurdistanê da ku clîpekê çêbikim û min strana Bûkê Delalê jî tomar kiribû. Lê ew bername ji ber virusa Koronayê hate rawestandin. Lewma dixwazim bi zûtirîn dem xewna min bi cîh bê û serdana Kurdistanê bikim.