Polîtîk

Hacker an êrîşî malpera Rojeva Kurd kirin

Li gor agahdariyên beşa teknîkî ya malpera Rojeva Kurd, ji doh ve ji aliyê 243 IP yên cûda cûda ve êrîşî malperê kirine û ji ber wê sedemê jî car caran malpera me dihate rawestandin.

Beşa teknîkî ya malpera me da zanîn ku ji doh ve ji aliyê 243 IP yên cûda cûda ve ji aliyê hacker an ve êrîş hatine kirin û di derbarê êrîşkaran de lêkolîn û lêpirsin hatiye destpêkirin û di demeke nêzde êrîşber wê bêne eşkere kirin.

Ji ber van êrîşan doh û îro malpera me dem bi dem dihate rawestandin, ji bo wê yekê jî me dikarî bi awayeke rêkûpêk karê xwe berdewam bikin. Em ji ber vê yekê daxwaza lêborînê ji hemû xwendevanên xwe dikin û didin zanîn ku kes nikare azadiya raderbirînê qût bike û nikarin dengê Rojeva Kurd bibirin ji ber ku hêza me xwendevanên me ye…

 

Back to top button