
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê daye zanîn ku “Ew pêkvebûna niha ji bo Bexdayê dikîn”, eger hêzên siyasiyên Kurdistanê li nav xwe da ji bo hevdû bikin baştire. her wiha “divê karkirina ji bo serbixweyî berdewam bê, ji ber ku dema eweye ku li gel Bexdayê rêk bikevîn ku cûda bibîn”.
Îro 44 sal li ser damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê da derbas dibe. Li vê salvegerê de Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiyê di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û peywendiyên partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de peyvivî da zanîn ku ew ne li gel wê nêrînê ye ku hemû hewlên karkirina Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê bê. Dibêje: “Ew pêkvebûna niha ji bo Bexdayê tê kirin, partiyên Kurdistanê ji bo hevdû bikin gelek baştire û encama wê jî baştir dibe”.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavkaniyên dahatê kêmkiriye û ji bo pêdana mûçeya fermanberan li benda rêkeftinê ye li Bexda, biryare jî demeke nêzîk de şanda Herêma Kurdistanê biçê Bexdayê ji bo gufûgokirina li ser kêşeyên helawestiyên bi taybetî budce û mûçe. Li vî derbarî de Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje: “Dahata Kurdistanê çendbê hemû kom bikin û bi zelalî bêxin ber mîllet û dabeşbikin ji wê yekê baştire biçîn li gel Bexdayê li hev bikîn”. Her wiha dibêje: “Ez nabêjim bila şand neçin Bexda, ji ber rêkeftin li tu demekê ne xerape, lê belê çareseriya bingehîn ya Kurd ne li Bexdaye, Kurd dema bikarê li gel Bexda rêkbikevê divê lê cûda bibê”.