Cîhan

Haaretz: Erdhejê îmaja Erdogan şikand

Louis Fishman di analîza xwe ya ji bo rojnameya Haaretz a Îsraîlî de nivîsî ku erdhejan ‘îmaja xapînok a Erdogan ‘Tirkiyeya Nû’ şikand.

Wateya siyasî ya wêranî û windahiyên ji ber erdhejên li Pazarcik û Elbîstana navçeyên Mereşê pêk hatin, di çapemeniya Îsraîlê de û her wiha di çapemeniya Ewropa û DYA’yê de dewam dike. Akademîsyen û nivîskar Louis Fishman, di analîza xwe ya ji bo rojnameya Haaretzê de diyar kir ku erdhejên Mereşê dîmena xapandinê ya ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Tirkiyeya Nû nîşan dida şikand.

Fishman wiha got: “Her ku mexdûrên erdhejê, gendelî û rêveberiya têkçûyî ji 35 hezarî derbas bûn, hem bingehên feraseta ‘Tirkiyeya Nû’ (bi heybet a Erdogan) û hem jî desthilatdariya wî ya bi dehan salan qels û qelstir dibin.”

Fishman, bi bîr xist ku dihat payîn sala 2023 li Tirkiyê bibe sala cejnê û bal kişand ser 100 saliya damezrandina Komarê û got: ” sala 2023 an tê wê wateyê ku Erdogan ketiye deh salên duyemîn ên serokkomariya xwe û di vî warî de ‘projeya mezin’ wî ya ev bû ku Tirkiyê bike dewletek bihêz, serbixwe û di warê leşkerî de berxwedêr, ne welatekî lawaz ku ji aliyê komek hêzên tarî û navneteweyî ve tê birêvebirin. Erdogan dixwest Tirkiyê vegerîne rojên birûmet yên Împaratoriya Osmanî. Lê erdheja heftiya borî dewletek gelek naziktir eşkere kir, ku girêdayî tîmên rizgarkirinê û alîkariyê ye. Hem jî ji wan welatên ku heta vê dawiyê gefên êrîşkar li wan dikirin”.

Louis Fishman, anî zimên ku AK Partî piştî têkçûnên dewletê yên di erdheja 1999an û pêvajoya erdhejê de hat ser desthilatdariyê û got:

“21 salên desthilatdariya AKPê jiyana xwe xilas nekir ji ber ku aniha dixuye ku geşbûna avahîsaziya mezin xwe dispêre gendeliya berbelav û xebata nebaş a ji bo peydakirina xaniyên erzan. Rastiya xemgîn ev e: Avahiyên ku yek li pey hev diherife û niştecihên wan di bin kavilan de ne yek ji encamên vê ye”.

Fishman, bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye ji her demê bêhtir pêwîstiya wê bi îstiqrarê heye û got: “Erdogan di nava sînorên xwe de di pratîkê de her tim di nava nakokiyan de ye, rexnegirên xwe digre û her tim bi Yewnanîstanê re rageşiyê zêde dike. Tirkiyeya Nû ya bi heybet pîroz kir. Digel ronahiya 100 saliya komarê, tiştê ku niha wekî ‘Tirkiyeya Nû’ ya Erdogan tê eşkerekirin, ji serkeftinek berçav zêdetir wêneyekî xapînok e û parçe parçe dibe”.

Back to top button