Gulîstan Perwer li ser tora civakiya facebookê peyamek ji bo piştgirîkirina Êzdiyan belav kir û her wiha da zanîn ku ew axaftinên Şivan Perwer yên li ser êzdiyan napejirîne.
Peyama Gulistan Perwer wihaye:

Bi navê xudayê dlovan

Bo raya giştî :

Di dîroka kurdistanê da gelek zehmetî û karesatên mezin biser milletê me da hatîne, ku êk ji wana hatina terorîstanê Daişan bû. Lê hezar car zêdetir û mezintir biserê xelkê me yê êzidî da hat û granya fermana wan dirindan li ser wan bû, ji ber ku Êzidî hatin qirrkirin û jin, keç û zarrokên wan li bazaran hatin frotin.

Divê em hemû qedrê xelkê xwe yê êzidî gelek bigrîn û jiyanê bo wan hêsan tir bikeyn ku bikarin, bi ol û rê û resmên xwe ve di nav me da bijîn. Ji ber ku di dîrokê da gelek neheqî li wan bûye û hîn birîna wan saxe û ne cebirî ye. Divê em jî alîkarên wan bîn ku pêkvejiyana li kurdistanê biparêzîn û bêy pirisgirêk li gel hev di nav aştî yê da bijîn.

Axivtinên vê dawyê yên hunermend Şivan Perwer li ser urf, adet, teqalîd û felsefa êzdyan kirîn, ez napejrînim û tu cara jî rast nabînim. Ev tişte girêdayî civaka êzdyane, kanê ew çewa dixwazn bijîn birryar ya wan e, ne ya kesê duyemîn û sêyemîn e, ku ji wan ra bibêjin ewê çewa bjîn.

Di sala 1978 da yekemîn elbuma min bi navê (Nîştiman perwer 1) belavbû. Ev çiil sale jibona azadiya vî nîştimanî û azadiya gelê xo (bi tev ol û netew ve) di xebitim.

Eger em azadiya mirovatiyê biparêzîn, di roja ku em derkeftîn ser vê rêkê, me got ku, em ji bo azadiya tevaya mlletê xwe û welatê xwe xebatê dikeyn. Divê hizra me ya bingehîn ew be, ku em azadiya mirovan biparêzîn û em ji bûna vê yekê wê xebatê bikeyn.

Gulistan Perwer
Hewlêr : 18.4.2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: