Gulen jî di nava leyiztikê de ye
Di rojnama star haber a Tirkî de tê îdia kirin ku, civîna Parlementoya Kurdistanê ya roja 23ê Hêzîranê komployek Îranî bû.Herweha tê gotin ku ew civîn bi tertipa Îranê hatibû li darxistin. Wek din nivîskar û berpirsê giştî yê TRT Kurdî Mustafa Ekicî dibêje ku; piştî hilbijartinên Tirkiye hinek aliyan xwestin bandora Barzanî li Kurdistanê kêm bikin.Tê îdia kirin ku Cemaeta Fethullah Gulen jî di nava vê leyiztikê de ye.Tê zanîn ku hukumeta AKPê gelek giranî şûye ser cemaeta Gulen û gelek kesên wan niha girîne. Herweha Gulen hilbijartina de li Bakurê Kurditanê pişgiriya HDPê kir.Li Başûr jî Cemaeta Gulen di nava komploya YNKî û Goran de ye.Bê guman ev yek îdiayek e. Lê îdiayek balkêşe û ne dûrê akile jî.Tê zanin ku piştî xirabûna navbeyna AKPê û cemaeta Gulen , pêwendiyên cemaetê li gel Îranê baş bûn.