Cîhan

Gulen ji bo îstixbarata hinek welatan kar dike

Di şere navbera AKPê û Cemaeta Gulen de Erdogan  îro di axavtinek ya xwe de gelek vekirî nave Fethullah Gulen da û ew bi îxanetê îtham kir.

Serokwezîrê Tirkiye Erdogan îro li bajarê Burdurê di mitingek ya partiya xwe de axavtinek balkêş kir. Erdogan di axavtina xwe hemûyê de behsa rewşa Cemaeta Gulen kir.

Beşek ji axvtina Erdogan:

“ Ey xoce eger çewtiyên te tûnebin li Pensilvanya nesekine. Eger niştimanê te Tirkiye be were welatê xwe.Tu siyasetê bikî derkeve qada siyasetê.Lê vî welatî tevlîhev neke. Aramiya vî welatî têknede. Ne di nava çalakiyên provakatîf de be.Niha xoce û midurê giştî yê CHPê destdane hevûdin û Tirkiye ber bi tevlîhevbûnekîve dibin.“

Herweha werdogan di axavtinên xwe de da xuyakirin ku cemaet ji bo cîhazên Îstixbaretiyên hinek welatan kar dike. Erdogan got wan di nava dewletê de dewletek ava kirine lê emê wan pakij bikin. Wek din jî hêdî li Tirkiye cemaeta Gulen wek grubek teroristî dê bête dîtin . Ji berî du rojan konseya ewlehiya Tirkiye di vê derbarê de biryarek jî girtiye.

Back to top button