PolîtîkRojev

Guhertinên li Silêmaniyê û naveroka giftugoyên li gel hevserokên YNKê

Guhertinên li Silêmaniyê tenê Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê li xwe nagirin û deriyên sînorî û Firokexaneya Silêmanî jî dikevin ber wan guhertinan. Bafil Talebanî jî nerasterast ji navbeynkaran re diyar kiriye, “ez êdî kesê yekem ê YNKê me û ew biryar jî dê wek xwe bên cîbicîkirin.”

Piştî ku girjî û alozî di navbera Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de çê bû, ji bo aramkirina rewşê hewlên zêde hatin dayîn.

Roja Şemiyê, 10/07/2021, du serkirdeyên diyar ên YNKê Mehmûd Sengawî û Ednanê Hemê Mîna,  serdana Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî kirin.

Naveroka giftugoyên li gel Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî;

Naveroka giftugoya wan serkirdeyên YNKê ya li gel hevserokan, ket destê Rûdawê û li gor zanyariyên Rûdawê, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî gotiye, dê guhertin berdewam bin û dê li polîs, asayiş, firokexane û deriyên sînorî jî guhertin pêk werin.

Bafil Talebanî bi zelalî gotiye, ew ên ku heta niha li wan cihan bûn û niha tên guhertin, çend sal in mijûlî qaçaxiyê ne û ev biryara hikûmetê ye û divê bên guhertin. Zelaltir jî gotiye, ev 10 sal e ew (Lahûr Şêx Cengî) kesan datîne û bila ez jî 5 salan kesan deynim.

Mehmûd Sengawî û Ednanê Hemê Mîna, daxwaza civînekê kirine di navbera Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de, lê Bafil Talebanî ew daxwaz red kiriye û nerasterast gotiye, ku “êdî ez kesê yekem ê YNKê me û ew biryar dê wek xwe bên cîbicîkirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, li beramber jî Lahûr Şêx Cengî bi tundî nerazîbûna xwe derbiriye û gotiye, “Nabe guhertin di wan postên girîng de bê kirin û ti hesabek bo min neyê kirin, ev nayê qebûlkirin.”

Lahûr Şêx Cengî bi eşkere gotiye, “ez dê serkirdayetiyê kom bikim, daxwaza guhertina Qubad Talebanî dikim li postê Cîgirê Serokwezîr û bi nameyeke fermî jî daxwaza rêgirtina wan guhertinan dikim”, bersiva Bafil Talebanî bo wê hewla Lahûr Şêx Cengî ew bûye, ku “bila (Lahûr Şêx Cengî) serkirdayetiyê kom neke, ji ber ku bi ti şêweyekî ez pabendî ti biryareke serkirdayetiyê nabim.”

Niha nêrînek di navbera serkirdeyên berê û nû yên YNKê çê bûye ku rewşeke nû derketiye pêş û eger neyê çareserkirin, encamên gelek xerab dibin, derket holê jî sîstema hevserokatiyê serkeftî nebûye, lewma girêdana plînyomekê bo hizba niha bi girîngî dibînin û li gor wan divê pêdaçûnek bi sîstema hevserokatiya wê peykerbendiyê bê kirin ku piştî kongreyê bo YNKê hatiye pêkanîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, hewlên navbeynkariyê yên ji bo pêkanîna civîna herdu hevserokên YNKê encamek nebûye û heta niha herduyan hev nedîtine.

Çi guhertin dibin?

Roja pêncşemê herdu serokên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê, ji kar hatin dûrxistin û du kesên nû li şûna wan hatin danîn, paşê jî hêzeke emnî li gel Rêveberiya Firokexaneya Silêmanî, hinek guhertin di berpirsên beş û karmendan de kir.

Çavkaniyeke YNKê, ji Rûdawê re eşkere kir, ew a hat kirin “ji bo rêgirtina li qaçaxçitiyê bûye”,  her sê guhertin jî “ji bo çaksaziyên cidî ne ku bo Silêmanî û xelkê wê gelek baş in.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Bafil Talebanî li gel wê bûye, “guhertin bê kirin heta yekdestî di postan de neyê kirin û çaksaziyeke bingehîn jî hebe.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku serokê tîma YNKê ye jî di hikûmetê de, berî niha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye ku fermana herêmî bo du berpirsên nû yên Dije Teror û Dezgeha Zanyarî yên li Silêmaniyê derbixe.”

Ew postên ku dê li Silêmaniyê guhertin tê de bê kirin:

Rêveberiya Polîsê Silêmanî

Asayişa Giştî ya Silêmanî

Asayişa Silêmanî

Firokexaneya Silêmanî

Deriyên sînorî

Ew ên di Polîtburoyê de piştgiriya Bafil Talebanî dikin:

Ref’et Ebdulla

Dirbaz Kosret Resûl

Şanaz Îbrahîm Ehmed

Aso Mamend

Qadir Ezîz

Emîn Babeşêx

Ew ên di Polîtburoyê de piştgiriya Lahûr Şêx Cengî dikin:

Mîran Mihemed

Soran Cemal Tahîr

Rizgar Mihemed

Ew endamên di navbera herdu aliyan de ne

Se’dî Ehmed Pîre

Burhan Seîd Sofî

Hamidê Hacî Xalî

Back to top button