Guhertinên çêdibin
Li Tirkiye û Kurdistan a Bakur tevliheviya heyî ber bi kûve diçe gelek cihê gotubêjekî taybet e. Bûyerên rojana pêktên gelek cara rojeva siyasî têxe di bin bandora xwe de û rê nade ku pirsgirêkên bingehîn bêne gotubêj kirin.
Piranî di nava siyasiyan de gotubêj li ser bûyerên rojane û gotinin hevûdin tê kirin. Herkes bersiva yê din dide û li gora gotina dijberê xwe hewldide siyasetekî biafrînê.
Niha du tiştên girîng di rojevê de ne.
Yek jî wan bi awayekî kurd li Bakur hêdî keseyeta xwe ya netewî dibînin û li gora wê jî dixwazin kêm zêde xwedî helwestekî bin. Di nav Ak Partiyê de parlementerên kurd dema pêwîst dibînin derdikevin bernameyên televizyonê dîtinên xwe li himber medyayê dibêjin.
Mirov dinêre ku aliyên wan yê kurdayî derdikeve pêş û li gora vê yekê jî bûyera dinirxîne.
Di nava CHP-ê de herkes wek serokê partiyê nafikire. Gelek caran kurd aliyên xwe yê kurdî didin pêş û nirxandinên xwe dikin.
Herweha di nav tevgera misilmanan de kurd cardin li netewetiya xwe xwedî derdikevin û xwe li gora nirxên xwe yên netewî dihûnînin.
Hêdî kesek kurd siyasetê hêviya PDP-ê ve nahile û xwe nade aliyekî. Bê goman ev dikare bibe destpêka pêvajoyek nû di siyaseta tevgera Kurdistana Bakur de.
Di rewşa heyî de hêdî dengên cuda derdikevin. Ragihandina tevgera civanên Kurdistanê bêhnek nû ye ji bo tevgera Kurdistana Bakur. Herweha dixweyê dê hewldana herî serkeftîbe di pêvajoya siyasî de. Tevgera Ciwanên Kurdistanê dengê neteweyî yê Ciwanên Kurdistanêne. Heviyek girînge ji bo stebandina nirxên netewî.
Ji aliyek din Receb Tayib Erdogan dixwaze bibe serokê dewletê û li gora vê jî dixwaze destura nû dîzayn bike. Yanî bi awayek din sistema ku îro li Tirkiye heyî tê guhertin sistema serokatiyê, wek Emerîka yan jî wek Fransayê dixwazin pêkbînin.
Niha li Tirkiye gotubêj li ser sistema parlementerî û serokatiyê tê kirin. Di baweriya min de ev çerçova gotubêjê ji bo kurdan çewte û kurda ber bi şiroveyên ne rast û bê bingeh ve dibe.
Li Tirkiye ji dema avakirina cumhuriyetê heta niha ev sistema ku îro wek parlementerî tê qebûlkirin heye. Li gora kurdan ev sisteme ku komkujî, sergom, wirankirin û inkarkirina kurdan aniye. Ji roja avakirina cumhuriyetê heta niha çi hatibê serê kurda di vê sîstemê de bûye. Ev sistema kemalîzmêye.
Niha hertişta ku vê sistemê jo holê rake her çibe dê ji vê sîstemê baştirbe.
Dema sistema serokatiyê bête Tirkiye divê ev sistema îro ka navê wê çîye ji holê radibe. Vê sitemê tiştek neda kurda. Derfeta ku kurd xwe di sistema nû de yan jî ya serokatiyê de bibînin ihtamle ku gelektirbe. Bê goman divê ev babet li gora berjewendiyên kurda ji aliyê kurdan ve bête şirovekirin.
Li Tirkiye û kurdistanê dema siyaset li gora îdeolojiyê bête kirin mirov gelek zehmet bikaribe bigihê encamekî. Ji bo kurda ji bo tevgera kurd divê di siyasetê de nirxên neteweyî bingeh bêne girtin. Dema tiştekî mirov binirxînê divê pîvan berjewendiyên neteweyî bin. Wek din li Bakur kurd çi siyasetê bikin di destê duyem de dikin û berjewendiyên neteweyî winda dibin.
16.12.2012
Dara Bilek