Polîtîk

Guftûgoya stratejiya Bexda û Washingtonê destpêkir

Îro 19ê tebaxê 2. qonaxa guftûgoya stratejiya di navbera Washington û Bexda bi Serokayetiya Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka û Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraq li Wezareta Derveya Amerîka li Washingtonê destpêdike.

Li yekemîn qonaxa guftûgoya stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê de bi tenê Fewzî Herîrî Serokê Dîwanê Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî nûnerê Herêma Kurdistanê beşdarbûbû. Lê belê vê duyemîn qonaxê da ji bilî Fewzî Herîrî, heman demê de Armanc Rehîm Sekreterê Encûmena Wezîran û Lawik Ehmed Berpirsê Nivîsîngeha Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Emîd Rukin Hejar Omer Îsmaîl Birêveberê Hemahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge beşdar dibin.

Back to top button