Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di bernameyek televizyonî de dabû xûyakirin ku, guh didin telefonê wî û ji bo vê yekê jî ew ne rehet e. Wezîrê navxwe Soylu bersiva Kiliçdaroglu da û got: Eger şika te hebe telefona tê, tê guhdarîkirin serî li dozer bide û bi rêyên yasayî doza xwe veke da ku li ser vê yekê lêkolîn bê kirin.
Li ser vê daxûyaniya wezîrê navxe, Kiliçdaroglu got: Ne tenê guh didin telefona min, guh didin telefona zarok û jina min jî. Telefonên malbata min hemûyan tê guhdarîkirin.
Piştî van daxûyaniyan serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu jî daxûyaniyek da û got: Ez jî bawerim guh didin telefonên me . Heta guh didin telefonên ofîsên me û cihên ku em lê rûdinin jî. Lê ez bi vê yekê ne acizim, tiştekî ku em veşêrin tuneye ji bo vê jî guhdarîkirina telefona ji bo me ne kêşeye.