Civak

Gruba yekem 2015ê vedigerin Tirkiye

Rojnama Yeni Şafak a Tirkî de nexşeyê devjêberdana çekan û vegera gerillayên PKKê ya Tirkiye hatiye belav kirin.

Li gora rojname dibêje, dê beşe ewil yê çekdarên PKK Temuzza 2015ê vegerin Tirkiye.

Hukumetê ji bo zeminek yasayî ji vê vegerê re amade bike teklifek ya guhertina hinek qanûnan rêkiriye parlementoyê. Ev teklîf ji 6 meddeyan pêktê. Piştî ev ji aliyê parlementoyê ve bê qebûl kirin hêdî li gora vê dezgehên ku vegera çekdaran de rol bileyzin tê avakirin.

Dê beşek ji van dezgehan li Başûrê Kurdistanê cih bibin.

Gava yekem dê veger ji kampa Maxmurê destpêbike. Piştre ji dê ji qendîl çekê xwe deynin û vegerin Tirkiye. Ji aliyek din tê gotin ku beşek berpirsên berê yên PKKê dê nikaribin vegerin û ewê jiyana xwe li Hewlêr berdewam bikin.

Li Tirkiye ev pêvajo gelek bêdeng berdewam dibe. Niha hilbijartinên serokkomariyê pêvajo û ûpêşketinên pêvajoyê kiriye di bin sihê de.

Back to top button