Nivîsar

Gotinên Ocalan siyaseta PKKê ve nagunce

Piştî demek dirêj parêzerên Abdullah Ocalan li Îmraliyê serdana Ocalan kirin. Parêzer ji bo peyama Ocalan bighînin raya giştî, li Stanbulê konferansek rojnemevanî li darxistin. Tişta balkêş ew bû ku, piranî medya kurdî li konferansa rojnemevanî de amade bûn medya Tirkî tu eleqe nîşan neda.

Ji aliyek din ve tunebûna tu berpirsiyarên HDPê di konferansa rojenmevanî de balkêş bû.

Di peymên Ocalan de çend xal hebûn ku, reda siyaseta  Qendîl rêve dibe dike.
Ocalan dibêje divê pirsgirêkên herêmê û yên Tirkiye jî ne bi rêya şer û tundiyê , bi hêza nerm, ango aqil, siyaset û kultûrî çareser bikin.

Ocalan dixwaze ku pirsgirêka Suriye di çerçoveya demokratik de û bi parastina yekitiya axa Suriye de bê çareserkirin û ji HSDê daxwaz dike ku divê hesasiyetên Tirkiye ber bi çav bigre.
Ocalan behsa peyama xwe ya Newroza 2003ê dike û dibêjeku ew dîtin ji bo me bingehin.
Ocalan di vê derbarê de gotiye: Ji bo me aştieyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk esas e. Em her kesên ku ji ber helwesta me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.

Ev cara yekeme Ocalan gotina “Helwesta me ya li Îmraliyê“ bikar tîne. dixweyê hêdî Ocalan li Îmralî li gel 3 girtiyên din yên PKKê xwe wek dezgehekî bi nav dike. Tişta ku peyamên Ocalan de dixweyê li himber siyaseta endilê disekineû xwe wek cihê nawenda biryara PKKê dide nasandin.

Dê helwesta Qendil li himber gotinên Ocalan cibe nayê zanin lê gotinên Ocalan bi siyaseta Qendil ve nagunce.
Ji aliyek din ve heta vê gavê HDPê jî tu daxûyani di derbarê konferansa rojnemevanî de nedane.

Li Tirkiye hinek rewşenbîr û rojnemevan hevdîtina Ocalan û îptal kirina hilbijartinên Stanbulê bi hevre girêdidin. Heta dibêjin ku, AK Partiyê cardin li gel Ocalan li hev kiriye ku hilbijartinên Stanbulê de HDP ji dev pişgirya CHPê berdê û yan dengê xwe bide berbijêrê AK Pratiyê, yanjî bê deng bimînin û hilbijartinê boykot bikin.

Ji ber ku DEHAPê heman helwest sala 2002ê dema hilbijartinên parlementoyê li bajarê Sêrtê hatin dubare kirinjî dabû nîşandan, DEHAPê ji bo pişgiriyê bidin Erdogan hilbijartin boykot kirîbûn.
Dê rojên li pêşîya me de helwesta Ocalan gelek bê gotubêj kirin, dixweyê PKK berbi durêyanekî ve diçe.

Bê guman şerê çekdarî li bakurî Kurdistanê bê sekinandin ji bo kurdan tiştekî gelek başe. Lê ev senaryo ji berî niha jî hate rojevê, û PKK cardin pêvajo provaka kir.
Şer nebe, jiyandin û berdewamiya PKKê namîne. Ji ber ku siyaseta wan li ser xwînê hatiye avakirin.

AK Partî û HDP nêzik hev bibin û PKK siyaseta xwe ya şer ji holê rake dê pêvajoyek nû destpê bike. Lê niha rewş ji vê yekê dûre û PKK di vê du rêyanê de berbi qonaxek  din ve diçe.

Mixabin wek her car ne helwesta Ocalan de ne jî di peyama ku dayîn xûyakirin de tu behsa Kurdistanê û Kurdeyatiyê tuneye.

Nûçe/Analîz

Back to top button