Goran û YNK pirsa serxwebûnê kirine milkê PDKê
Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî diyar kir, heta naha Gorran û YNKê pirsa serxwebûna Kurdistanê kirine mûlkê PDKê. Endamê rêveberiya PDKê diyar kir, heta naha Gorran û YNKê pirsa serxwebûna Kurdistanê kirine mûlkê PDKê û hizir dikin PDK ew babet xistiye destê xwe. Herwaha dema PDK ji wan re bibêje emê pirsa serxwebûnê li gel Bexdayê behs bikin, dibêjin we ev mijar kiriye mijarekî partiyê û dema PDK ji wan re bibêje kerembikin hûn qesta Bexdayê bikin ji bo danûstandinan û pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin wê demê jî, ji berpirsyariyê direvin. Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand; ‘’Diyare di nêrîna wan aliyên siyasî de pirsa kurdî li gel Bexdayê pirsa demokrasiyê ye. Ew hizir dikin wezîrên wan li Bexdayê hene û hin endamên parlamentoyê hebin temame û ewe pirsa me li gel Bexdayê, lê ew ne pirsa kurdî ye li gel Bexdayê. Ji ber pirsa kurdî girêdayî ye bi axa Kurdistanê û demografiya Kurdistanê ye li gel Bexdayê. Ez dibînim biryara wan ne di destê wan de ye. Ji ber wê nikarin biryara serxwebûnê bidin.