Goran nîşana bê istikrariyê ye
Elî Ewnî ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti rêyeke din li vêşiya wê tine bû jibilî pirkirina cihê wezaretên vala bo birêvebirina karê xelkê de.Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di van herdu salan de ispat bû ku parlamenterên Goran li şûna ku karê parlamentoyê bikin karê medya û ragihandinê dikirin. Goran bi kirêtkirina karên PDKê û êrişkirina ser baregehên PDKê pênaseya xwe dikin, lewma ji ber karên wan, gihîştin roja îro.”Ewnî wiha got: “Goran behsa wê yekê dike ku Hikûmeta Kurdistanê gendel e, karên wê nezela e, zalim e û dîktator e, ma çima hewl didin vegerin nava vê hikûmetê? Li gorî wan îdiayên wan, madem em xerab in, gerek ew memnûn bin ku ji hikûmetên hatin avêtin. Siyaseta Goran tevlihev bûye û bûye du bere. Karên Goran nîşana bêezmûnbûn û şepirzebûn û bêhestbûnê ye li hember welat. Goran xwendineke xelet kir û di encamê de biryareke xelet da û di encama xeletiya xwe de niha xwe li kolanê dibînin.”Elî Ewnî ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti rêyeke din li vêşiya wê tine bû ji bilî pirkirina cihê wezaretên vala bo birêvebirina karê xelkê de.