Polîtîk
Goran dixwaze bi alîkariya Malikî hêzeke heşdî şeibî ava bike
Berpirseke Tevgera Gorran amaje bi vê yekê dike ku ji Bexdayê ve soz ji wan re hatiye dayîn ku hêzeke çekdar li sînorê bajarê Soranê yê li bakûrê parêzgeha Hewlêrê bo ava bikin, qaymeqamê Soran jî dibêje: ‘’Me ew berpirs hişyar kiriye.’’Berpirsê Tevgera Gorran ê Soranê Serdar Omer axa Sûrçî ji çapemeniya Silêmaniyê re ragehandiye: ‘’Ji ber nêzîkbûn û peyvendiyên min ên li gel çend berpirseke hikûmeta Iraqê, soz dane min ku hêzeke leşkerî ji ciwan û lavên deverê bo me pêkbînin, ji bo vê armancê jî daxwaza nav nivîsandinê li min kirin, heta naha jî nêzîk 3 hezar ciwan û lavên deverê navên xwe tomar kirine.’’Vê derbarê de qaymeqamê qeza Soran Kirmanc Izet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew kes hatiye agahdar kirin û li sînorê Soran dervey hêzên Pêşmerge ti hêzeke din nabe bê ava kirin.’’Herwaha got: ‘’Rê nayê dayîn bi ti hewldaneke wisa û nabe ti hêzek di bin ti bahaneyekê de bêt û kareke waha bike.’’ Kirmanc Izet got: ‘’Wî kesî hewldaye xwe li gel Bexdayê nêzîk bike, ku bikarê alîkariyê ji wê derê ve vergire.’’Berî naha jî BasNewsê aşkera kiribû, ku ew berpirsê Tevgera Gorran li sînorê bajarokê Xelîfanê ya ser bi qeza Soran, kar dike bo ava kirina hêzeke ser bi heşdî şeibî.