Nivîsar

Go ker teqinî ji xwedî xurttir tuneye

Ji siyaseta brayetî û Tirkiyeyîbûnê wêdetir, ya ku Kurdan herî zêde dêşîne û malikê li wan xirab dike asîmîlasyon e. Asîmîlasyon hilandin e, mihandin e, windabûn û mirina milletekî ye…

Nûrî Çelîk

Em di nava herî û çiravê de teqinî ne. Em xwe bi ku de dilivînin peşkên herî û çiravê li me dikevin. Ji alîyekî ve em dixwazin ji nav herî û çiravê derkevin, peşkên herî û çiravê ji ser dev û rûyê xwe bakij bikin, ji alîyê din ve hem ji alî me û hem ji alî derveyên me dîsa peşk li me dikevin û me di nav wê herî û çiravê de didewisînin, nahêlin em ber xwe bibînin û ji teqanê rizgar bibin.

Dibêjin go ker teqinî ji xwedî xurttir tuneye. Yê ku kerê ji teqanê rizgar bike xwedîyê kerê ye. Ji ber yê ku dilê wî li ser kerê/kera wî dêşe ew e. Rewşa me Kurdan jî wek kerê teqinî ye. Herkes dijminê me û em jî dijminê xwe bi xwe ne. Ji dêvla em hevdu ji teqanê rizgar bikin, em hevdu zêdetir di nav teqanê de xewr dikin û tirba hev dikolin. Hinek destkeftin bi destê me ketibin jî em hewl didin wan hindik hindik, hêdî hêdî ji destên hev derxin û destê dijminên xwe xurttir bikin.

Li ser doz û serlêdana YNK Dadgeha Federal a Iraqê çend xalên yasaya hilbijartinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedestûrî dîtin û ev yek jî di navbera partiyên herêmê de bû sedema qeyranê. Daxwaza YNK ya ku dixwest kotaya kêmneteweyan bê rakirin hat qebûlkirin û kursîyên parlamenterên parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursîyan daket 100î. Yanî, ji bo ku YNK di parlamentoyê de kursî û piştgirîya ji bo PDK û Barzanîyan kêm bike ev gav avêt û li gor xwe bi ser jî ket. Ev jî ne bes bû, Dadgeha Federal, yanî Iraq û Îranê, çavên xwe berdane dahata petrola Kurdistanê û biryar da ku Hewlêr dahata petrol Kurdistanê bide Bexdayê. Ev jî bû zêdebûna ser kezebê.

Sedemên van nakokî û berberîyan ne Tehran û Bexda ye, partîyên Kurdan bi xwe ne. Heke partîyên sereke PDK û YNK bi hest û helwestek niştimanî-netewî nêzîkî mijaran bibûna û di derbarê berjewendîyên netewî de xwedîyê hesten xurt û qewîn bûna, wê Kerkûk jî neçûba û wê Dadgeha Federal jî nikarîba hespê xwe li ser serê Kurdan bibezanda. Lê mixabin nakokî û berjewendîyên partîtîyê meydanê ji hespên Tehran û Bexdayê re vala dikin û ew jî hespên xwe li gor dilê xwe dibezînin.

Li Bakurê Kurdistanê heman rewş e. Bi dehê salan e Kurd teqinî ne û di nav herî û çiravê de mane, bêhn li wan çikiya ye. Ji siyaseta brayetî û Tirkiyeyîbûnê wêdetir, ya ku Kurdan herî zêde dêşîne û malikê li wan xirab dike asîmîlasyon e. Asîmîlasyon hilandin e, mihandin e, windabûn û mirina milletekî ye. Û heyf û mixabin e ku yên ku mala xwe bi destên xwe hildiweşînin dîsa Kurd in. Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon gora Kurdan dikole, kolandiye û Kurd jî bi kefenê Tirkî û Tirkbûnê razî bûne û berê xwe didin gora sar.

Ziman ji bo hebûna milletekî wek nan û avê ye, hebûn û tunebûna wî ye. Kurd îro ji her demê zêdetir muhtacî paraztin û xwedîlêderketina zimanê xwe ne. Heger dixwazin wek millet hebin û ji dîrokê winda nebin, dive ne bi destekî lê bi deh destan xwedî li zimanê xwe derkevin.
Celadet Bedirxan digot: “Zimanên biyanî cil û kincên me ne, lê zimanê Kurdî çerm û laşê me ye”.
Qanadê Kurdo digot: “Ziman bingeh û binaxa yekîtîya endamên millet e, çeka serbestî û serxwebûna wî ye”.
Lê çi heyf e ku wek Kurd îro em qedr û qîmetê nadin zimanê xwe û bi destên xwe zarokên xwe û pêşeroja xwe binax dikin.
Werhasilî kelam, kerê / kera me teqinî ye. Divê her Kurd ji alîyê xwe ve hewl bide ku kerê ji teqanê derxîne û azad bike.
Bi vê minasebetê ez 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz dikim…

Back to top button