FlaşNivîsar

Giringiya serdana serok Nêçîrvan Barzanî…

Serdana Serokan ji bo welatên gelekî girînge. Ji pêşwazîkirina wan heta bi rêkirina wan gelek hûrgiliyên taybet û girîng hene. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe ji bo welatan her demî weke serokê dewletekî tê pêşwazîkirin. Di protokolan de wek serokekî cihê xwe digre û pêwendiyên xwe rêve dibe.

Bê guman Nêçîrvan Barzanî yekem kesayete ku, dikare di qada navnetewî de û dereceya herî bilind de pirsa kurda ji cihanê re dide nasandin û behsa eş û elema Kurda dike. Di rastiyê de dema Nêçîrvan Barzanî di serdaneka xwe de bi protokola herî bilind tê pêşwazî kirin, weke kurdekî mirov pê gelekî serbilind dibe û dizane ku, hêdî Kurd di qada navdewletî de xwediyê xwe hene.

Rola serokê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanê ji sinorê Kurdistanê derketiye, hêdî ew wek aktorek herêmî heta cîhanî tevdigere. Gelek tişt hene ku mirov behsa giringiya kesayet û rolê Nêçîrvan Barzanî bike. Lê ji hemiya girîngtir em dibînin ku cihanê rolê Neçîrvan Barzanî fam kiriye, li gelo Kurdan heta çi radeyê ev yek fam kiriye?

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya Îmarata (Ebu Dabî), ya Tirkiye beşdarbûna Furma Antalya ya Diplomasî û serdana Fransa carek din hêviyek mezin di nava Kurdan de ji bo destxistina mafên netewî peyda kir.

Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya Fransayê bi medya civakî de dinirxîne û dibêje: Pir şa bûm ku îro li Koşka Élysée bi hevalê xwe yê hêja Serok @EmmanuelMacron re civiyam. Peywendiya me bi Fransayê re pir taybet e û berdewam bihêztir dibe. Me li dor çawaniya xurtkirina peywendiyên Fransayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, herwiha mijarên girîng ên herêmê, gotûbêj kir. Min spasiya Serok Macron kir ji bo piştgîriya wî ya berdewam ji Herêma Kurdistanê re û rola wî ya girîng ya ji bo xurtkirina aramiya herêmê.

Serokê Fransayê dema pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî dike:

Serokê Fransayê dema Nêçîrvan Barzanî bi rê têxe:

Back to top button