Nivîsar

Gilî û gazin bayê hêviyê vedirmirîne

Cano Amedî

Em hemû baş dizanin ku nêzikî sî sale sîyaseta şikestî/têkçûyî di lobî û salonên Otelan de li çîrûskê ronahîyê digere/digerin. Lê mixabin ji ber ku rewşa wan dûrî rastîya civatê ye û dibin sîya sîwana berjewendîyên şexsî de hatîye xitimandin. Nikarin ji xwe re rêyekî bibîn ku ji labîrent û kolanên girtî derkevin qadê jiyanê.

Sedem cûda cûda ne! Divê mirov li ser vê mijarê kûr û dûr bisekine û bifikere! Sedemên têkçûnê çibûn û çima  nikarin bibin hêzek gewre û qadîm, çima nikarin li ser rêyek çareserîyê bên cem hev… Divê civaknas û rewşenbîrên bi aqilê hinekan tevnagerin li ser vê mijarê lêkolînekî bikin û nexşerê ya çareserîyê pêşkeşî civatê bikin.

Rastîya welatê me û rastîya civata me li ber çawan e. Hewce nake ku em dûr û dirêj ji hevre çîrokan bibêjin. Sî û pênç sale rewşenbîr û kadroyên sereke li ber bayê serdest ketine xewnek şîrîn û rojane dijîn. Ji bo pêşerojê  ne xwedî planek, projeyek an jî rê û rêbazin. Gellek ji wan di demên salên 1980 an de dijîn û dev ji rutbe û makamên wan deman bernadin. Kesên li wan rêz digirin û cîhê wan dizanin, li keda wan hurmet digirin weke murîdê xwe dizanin! Lê naxwazin ku bi zanibin di bin pirê de gellek av herikî/herikîye…

Em îro nikarin di wê avê de avjenî bikin. Ev ava îro diherike ne ava sî û pênç sal berêye!  Ya çû êdî nema tê! Rê û rêbazên rastîyê ew e ku li gor şert û mercên demê  mirov xwe biguherîne û li gor pêwîstîyên jîyanê tevbigere û di nav hewldanan de be. Mêjîyê rêxistbûnê û sîyaset ali ser bingeha parastina dewletbûna gelê Kurdîstanê gava li ser nîrxên hûqûqa mirovahîyê ava nebe û asoyek nûjen ji xwe re hilnebijêrîne  bi ser nakeve!

Ji ber vê yekê, lêgerîn, platforim, însîyatîf û hewldanên salên dawî li ser bingehîna kevneşopîyan û îdeolojîyan dimeşîya bi ser neket. Ne îdeolojîyên yek renk,  ne sîyaseta olî û ne jî sîyaseta xapînok ya li ser xewnên kom û kozikên  dimeşe bi ser nakeve. Sîyaseta ji bo berjewendîyên şexsî bi salane tê meşandin û bendavên ji alîyê şexsîyetên du rû ve li hemberê berjewendîyên netewî hatiye avakirin, dijîtîya gelê Kurd û  dijîtîya kurdîstanê dike! Ev serok, rêber û damezrênerên bi nav û deng, 50 – 55 sale gavek êrînî navêtine  û sê kes bi rêxistinî nekirine.

Di hemû deman de rol û navê wan weke paleyên xirabkirinê hatîye nasandin û her tim di bin tohmet û tawanbarî de mane!  Tu hêvîyekî nedane civatê û ji vir pêve jî nikarin bidin..!

Em baş dizanin ku gotin ji kirinê hesantire! Lewra keda di nav pêlên jiyanê de  şekil digire pîroze. Em dibînin di hemû organîzasyon û hewldanan de endam û kadroyên kevin li ber bayê Kurdîtîyê de dixwazin kelacana salên 70 – 80 an bijîn! Lê rastîya jiyanê her tim li gor daxwazên dilê mirov bersîv nade. Taqak û dilgermîya  “xortanîyê”  li hemberê tîrêjên rastîyê têr nake..! Lewra gellek kes ji sedemên xebatên rêxistinî êşîyaye. Di bin  bandora bêbawerî û dilşikeştîyê de, heval û hogir ji hev dûr ketine!

Di kar û xebatek rêxistinî de bi hev nebawerin. Di kûraya mêjîyê gelek kesan de sedemên veqetandinên nav rêxistinê yên berê  hê jî zîndî ye! Ew kadroyên hevdû tawanbar û gunehkarên veqetandinê dibîne nikarin ji dil û can bi hevre kar bikin. Divê sedemên veqetandinê li gor pîvanên hûqûqa kesayet û gelemperî bê şîrove kirin û bigîhîje  encamekî  ûjdanî û gelemperî. Di encama nîrxandin û lêkolînê de muhasebeyek objektîf  ji bo dîrokê û nivşên nû pêwîste…

Hinek kes xebatên nav pêlên sîyasetê weke “hobîyekî”, weke çalakîyekî sosyal dibînin. Bi gotin û dev weke egîtên navdarin, lê di nav pirêza rastîya jiyanê de  hevalbendê xirabkirinê ne! Xebat û sîyaseta wan, rexne û pêşnîyarên wan ya sî salên dawî li ser gazin û tawanbarîya hinek kesan e!  Enerjî û qeweta xwe li dijî çalakîyên çêkirinê dane meşandin.

Ev kesayêtên bi sîya xwe şer dikin naxwazin gavekî êrênî û çêkir bên avêtin! Bi xwe re, bi malbata xwe re, bi hevalbendên xwe re, bi civatê re nelihevkirî ne. Her tim ji devê wan hevokên “ez û ez”  di herike! Tu carî weke derûdorek lihevkirî nikarin bi hev re bimeşin! Ji bo wan gotin û axaftin weke nivîsa ser cemedê ye… Dijîtî û neyartîya ked û dîroka welatparêzên doza Kurdîstanê, ji xwe re weke mîsyonek hilbijartine . Ji ber wan sedeman tu carî bawerî nadin derûdora xwe û her diçin bi pîneyên rizî kirasên xwe pîne dikin. Lê gava pîne li hevkirî nebin mirov her tim ji kiryar û kirasê xwe şermî dibe!

Back to top button