Kultur

Geşta Kurdistan û Su'udiye destpêkir

Merîvan Neqşebendî Birêveberê Ragihandina Wezareta Ewqafa Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand îro 31/01/2014 yekemîn geşta raste rasta Umre ji Firokxaneya Hewlêrê bo Firokxaneya Cidde ya Erebîstana Su’udî destpêkir û li vê geştê da 200 rêwiyên Umreyê yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê birêketin û biryare îşev Firokeyekî din li heman firokxaneyê û sibê jî firokeyek ji firokxaneya Silêmaniyê bi awayeke raste rast geşta Umre ji Herêma Kurdistanê ve bo Su’udiye berdewam bibê.

Her wiha Merîwan Neqşebendî balkişand li ser têçuna her Umrekarek û got xerca her Umrekarek li vê geşta raste rast da 950 dolare û firokxane jî ji her Umrekarek 15 dolar werdigrin. Her wiha got ev geşt heta dawiya meha Remezanê berdewam dibê û tê pêşbînî kirin îsal nêzîkî 70 hezar kes li Herêma Kurdistanê ve sunneta Umreyê bi cîh tîne.

Back to top button