Civak

Gerokê Nûjen Brûsk Aryan

Li ser Podcasts (Dosyeya Dengî) xorteke ciwanê Kurd ya bi navê Brûsk Aryan, serpêhatî û gerên xwe yên li welatê cûda cûda tomar dike û li ser Podcastsê belav dike.

Gerokê Nûjen Brûsk Aryan heta niha 5 tomarên dengî an ku Apple Podcastsê belav kiriye û di nava wan dengên tomarî de behsa gera xwe ya li Ewrupa û taybetmendiyên wan bajaran û xwarin û vexwarinên wan yê taybet pêşkêşî guhdarvanan dike.

Her çende Podcasts di nava civaka me de ne berbelav be jî, lê belê civakeke wekî Kurdan ku çanda gotin û dengbêjiyê ji nivîs û nivîsandinê girîngtir be, wê gelek hez ji podcastê bikin.

Eger hûn jî bixwazin dosyeyên dengî anku Podcasta xortê Kurd Brûsk Aryan guhdar bikin, hûn dikarin li ser vê lînkê gûhdar bikin. https://podcasts.apple.com/us/podcast/tomar/id1497918397?uo=4

Balkêş e ?
Close
Back to top button