Ger tu ne Musabî mafê te tineye gazinda ji zilma Firawun bikî
Kemal Burkay: “Tu projeyeke hikûmetê ya çareseriyê tune ye”
Selahattin Demîrtaş: “Ti armanca AKPê ya ji bo çareseriyê tune ye”
Lê ti bernameya çereseriyê di destê we de heye gelo?
Na.
We mufredatek(program) wuha amade kiriye?
Na.
We ev bername pêşniyazi raya gişit ya hundirin û raya gişti ya navnetewi kiriye?
Na.
We ev bername li gel birayên xwe yên şexsiyetên Kurd, weke birêz Mesud Barzani, Xalid Azizi u Dr. Abdulhekim Beşar gotubêj kiriye. Û her wuha li gel didara wan, hun di mijara çareserkirna doza Kurdi Kurdistanê de, bi van rêzdaran re mutabiq u hemfikir bunin?
Na.
Hêjayi gotinê ye ku mirov daxwaziya çareseriyê û hêviyê ji dijminê xwe bike û çarenuûsa xwe radestî dagirkerên xwe bike, gelo ev zihniyetek wuha dê çawa bi serkeve.
Sala bori, esasen derfet û imkan hebû ku Konferansa Kurdistani bête lidarxistin. Armanc û naveroka vê Konferansê Birêz Mesud Barzani wuha anibu ziman:
“Konferans ji bo wê bû ko em peyama aştiyê ya miletê kurd bidin Tirkiyeyê, bidin Îranê, bidin Iraqê, bidin Ewropayê, bidin Emerîkayê û bidin hemî dinyayê. (Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî)
Lê mixabin ji ber hinek provakasyonên PKKê ev konferans betal bû.
Eger ku armanc û mebesta kolonyalistan çareserkirina doz te bûya, ji xwe xaka te ya piroz dagir nedikirin. Berovaji dixwazin te terorize bikin. Ewqas hêsan e.
Hevserokê Giştî yê BDPê Selehattîn Demîrtaş, disan weke gotinên her car li şari Bursayê û Aydinê li Salona dawetê de daxuyaniyên kevnare dubare kiriye.
Pirsa Kurdi li salonên daweta uû li şari Bursayê çareser nabe birêz Demirtaş.
Divêt ango endameki we li Tokyo bûya, endameki we li Awrupa bûya, endameki we li İsrael bûya, endameki we li Amerika bûya û hwd.
Lê tu çi diki?
Ji Şari Konyayê ji re xweseritiyê dixwaze, ji Trakya ji re xweseritiyê dixwaze uû ji Karadenizê re xwesertiyê dixwaze û hin daxwaziya gelek xweseritiya herêmen din. Xwezi daxwaziya wi tenê ev bûya. Lê bi vêya ji qail nabe û ji hemû Rojhilata Navin re sistema Konfederalizmê diafirine. Maşallah !!!
Eêêê.., qaşo enternasyonalistê me ye.
Xwedê gravi Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmed Turk ji diyar kiriye ku “ger vê carê rewşekî awarte pêşnekeve, ez bawer nakim ku konferans bê paşvexistin.
Baş e.
Gelo hunê bi kijan bernameyê beşdari konferansa Kurdistanê bibin.
Ango yek bername xuya dibe. Programa KCK’ê
Ev bername;
İdeolojiya enternasyonalizmê diparêze?
erê,
Li diji netewdewletbuyinê ye?
erê,
Yekitya xaki dewletên dagirker diparêze?
erê,
Li diji siyaseta Amerika u İsrail e?
erê,
BDP, vê bernameyê diparêze?
erê,
Gelo ev muxtewa(naverok) ji Konferansa Kurdistanê re ne astengiya heri mezin e?
Serokşaredarê Amedê birêz Osman Baydemir ji gotiye; “Zilma AKPê weke zilma Firawun e.
Ger tu ne “Musa” bî, mafê te tineye gazinda ji zilma Firawun bikî.
Musa, rêberê milletê xwe bû û bi serket. İro milletê Musa serwer e.
Divêt beri her tişti tu bibe “Musa”..
Mehmet Emin Özbilen – AMED
(Nasname.com)