CîhanRojev

Gemiya De Gaulle berê xwe da rojhilatê Behra Spî

Pirsgirêka rojhilatê Behra Spî di nava Tirkiye û Yunanisyanê de berdewam e, û çikas diçe rewş aloztir dibe. Taybetî Fransa pişgiriyek mezin di vê pirsê de dide Yunanistan û bala Tirkiye dikişîne.

Tê zanin ku du gemiyên mezin ên Tirkiye ku li petrol û gaza siruştî digerin li Behra Spî de ne û gelek gemiyên cengî jî ji bo parastina wan li deverêne. Kibris û Yunanistan idîa dikin ku Tirkiye li ava di bin serweriya wan de vê leptê dike û didin xûyakirin ku ev yek li dijê yasayên nevdewletiye. Di heman demê de Tirkiye jî îdia dike ku mafê wan yê li Behra Spî dive ji nûve bê destnîşankirin. Gelek giravên Yunaniya li behra Ege û behra Spî de li ber kiraxê Tirkiye de cih digrin. Ev yek jî dibe sedemê pirsgirêka serweriya di van behran de.

Niha jî Fransa ji bo pişgiriya Yunaistanê gemiya cengî ya faransa ya herî mezin Charles de Gaulle rêdike devera pirsgirêk lê heyî.

Li gora daxûyaniya wezîrê bergiriya Fransayê Gemiya Cengî De Gaulle bere xwe daye rojhilatê Behra Spî. Di gemiye de zêdeyî 40 balefirên cengî û gelek helikopter hene. Herweha di vê gemiya cengî de çeken pir giran jî cih digrin.

Back to top button