Gelo Virusa Corona li Stenbolê heye?
Virusa Corona ku demeke di rojeva cîhanê de berbelave û roj bi roj li welatên cîhanî belav dibe, gelek welat jî amadekariyên baş ji bo pêşî girtina vê virusê dikin, lê hinek jî xwe bêdeng dikin.
Her çende rayedarên li tirkiyê di derbarê vê yekê dibêjin heta niha kesek hilgirê vê virusê nehatiye tomar kirin, lê belê ev yek nabê cihê baweriyê ji ber ku li tirkiye ragihandineke azad tûne û hemû li jêr desthilata erdogan daye.
Beşek ji ragihandinên torên cîvakî de hatiye belavkirin ku li bajarê stenbol û trabzona tirkiyê çendîn kes hatine binçavkirin. Li Beylikduzu û arnavutkoya stenbolê 6 hemwelatiyên Çînî ji ber ku hilgirên virusa Corona ne hatine binçavkirin. Her wiha li nexweşxaneyeke Beylikduzu hosteseke Çînî ji ber bêtaqetî û bêhaliyê serdana nexweşxaneyê kiribû, heman demê de ew jî hatiye binçavkirin û heta niha derbarê wê jinê de bi awayeke zanistî tiştek nehatiye raagihandin.
Dîsa li Arnavutkoyê nexweşek gumankirî ya bi navê M. K. hatibû tomarkirin û piştî lêkolînan derketibû ku ew kes ji Rusyayê li bazara Çînî de kar dike û ji bo serdanê hatiye stenbolê. M. K. li nexweşxaneyê de li jêr çavdêriya doktorên taybet de ma, lê heta niha di derbarê wî nexweşî de jî tu zanyariyek nehatiye eşkere kirin.
Li nexweşxaneya Peymangeha Çapa ya zanîngeha Stenbolê jî zarokeke 6 salî yê Çînî ji ber bê taqetî hatibû nexweşxaneyê. Di destpêkê de ew wekî hilgirê virusê corona hatibû nîşandan, paşê serokê zanîngehê Prof. Dr Tufan Tukek û Prof. Dr. Ummuhan Işoglu daxuyaniyek dan vê yekê red kirin.
Her wiha berpirsên dewleta tirkiye 32 hemwelatiyên tirk ji bajarê Vuhanê anîn ku qaşo di wan de virusa corona nebûye. Di vê derbarê de Balyozê tirkiye li Çînê Emin Onen got ku heta niha tu hemwelatiyeke me nebuye hilgirê virusa corona.
Lê belê torên civakî de ev daxuyanî bi awayeke din têne şîrovekirin û tê gotin ku dewlet dixwaze xwe pak û paqij nîşan bide lê rastiyê de metirsiyeke mezin li ser xelkê heye. Gelek welat bi awayeke eşkere hejmara nexweşên hilgirên virusê eşkere dikin, lê heta niha tirkiye di vî derbarî de xwe bêdeng kiriye.