Nivîsar

Gelo PKKê çima êrişî Burkay dike?

Beriya 6 mehan Kemal Burkay piştî 31 salan ji Swêdê vegeriya Tirkiyeyê. Dema ku ew vegeriya Tirkiyeyê berpirsiyar û wezîrên hikûmetê eleqeyek nêzik û germ nîşan dan. Gelek rojnamevanên nêzikî hikûmetê çibûn Swêdê bi wî re vegeriyan. Waliyê Stenbolê li belafirxaneyê pêşwaziya wî kir. Piştî rojek û du rojan wezîrê karên Yekîtiya Ewrupayê Egemen Bagiş, wezîrê çandê Ertûgrûl Gunay bi Kemal Burkay re hevûditin kir. Cîgirê serokwezîr Bulent Arinçî xêr hatina wî kir.

Di telewîyon û rojnameyan de derfetek mezin ji wî re hat çê kirin ku ew bîrûreyên xwe bi firehî bi reya giştî re parve bike.

Wek tê zanîn beriya ku vegere jî, wezîrê karên hûndir jî bi wî re bi têlefon pêyivî û ji wî daxwaz kir ku ew vegere Tirkiyeyê siyaset bike. Her çiqas ew di destpêkê de bêqerar bû jî, piştî demekê biryar da ku vegere Tirkiyeyê. Beriya ku vegere Tirkiyeyê jî, televîzyon û rojnameyên nêzikî hikûmetê ji bona ku ew bîrûreyên xwe ji reya giştî ya Tirkiyeyê re diyar bike demek dirêj derfet çêkirin.

Kemal Burkay, di destpêkê de li hemberî PKKê û BDPê bîrûreyên xwe yên dijwar neanî ser zimên. Dema ku ew vegeriya, Kongreya Civakî ya Demokratîk ku ne platformeke rewa ye, Kemal Burkay dawet kir ku ew bibe endamên wan. Burkay jî, ew daxwaza wan bi tûndî û hişk ne, gelek bi nermî red kir. Wî şeredariya bajarê mezin ya Amedê ziyaret kir bi serokê şaredariyê Osman Baydemîr re hevûdîtin kir. Osman Baydemîr jî, bi awayekî gelek edebî û ûstatî Kemal Burkay li ciyê xwe rexne kir; ji nêzikbûna Burkay û hikûmetê re eciziya xwe bi awayekî nîşan da; bêdeng bi helwesta xwe diyar kir ku Burkay ji hikûmetê dûr bikeve.

Burkay, dema ku vegeriya Tirkiyeyê, hevalên wî yên Ozgurluk Yolu bi PKK/BDPê re di nav tîfaqê de bûn û wan di hilbijartina giştî de bêqeyid û şert ji BDPê re piştgirî kiribûn. Ev helwesta hevalên wî, ji bona Burkay nekokiyek bû. Loma jî di detpêkê de li hemberî PKKê nêrînên xurt û tûnd neanî ser zimên.

Lê piştî demekê Kemal Burkay di telewîzyon û rojnameyan de bîrûreyên xwe yên di derbarê PKKê û Ocalanî û bûyerên rojane yên ji aliyê PKKê ve pêktên de zêdetir aşkere kir.

PKKê hîç şik tune bû ku ji destpêkê de ji helwesta Kemal Burkay, ji pêwendiya Burkay û Hikûmetê gelek eciz bû. Dem-dem jî li dijî Kemal Burkay berpirsiyarên PKKê rexneyên xwe dianîn ser zimên, daxwaz dikirin ku ew ji hikûmetê dûr bikeve. Lewra ew di wê nêrînê de bûn ku Kemal Burkayê dê bi piştgiriya hikûmetê li hemberî wan alternatîfek siyasî çê bike.

Lê di esil de helwesta Kemal Burkay wûsa tûne bû. Kemal Burkay, beriya vegere Tirkiyeyê diyar kiribû ku dê siyaset neke, karûxebatên çandî û edebî bimeşîne. Lê piştî ku vegeriya Tirkiyeyê eleqeya xurt ya li hemberî xwe dît û bi teşwîka hevalên xwe yên kevn jî, di helwesta xwe de guhartin çêkir. Wê demê aşkere kir ku dê di HAK-PARê de siyasetê bike û xebata xwe bidomîne.

Yanî diyar bû ku Kemal Burkay dixwaze siyaseta ya kevnare ya dema şerê sar, siyaseta grubçitî bidomîne. Lewra Kemal Burkay dema vegeriya Tirkiyeyê, wek serokê Ozgurluk Yolu tevgeriya, di ser siyaseta kevn de tevgerandin neeciband, an jî rewş û nêrînên wî ji vê yekê re, mezin tevgerandinê re dest nedida.

Helwesta PKKê piştî ku Kemal Burkay di Komîsyona Meclîsê de bîrûreyên xwe di derbarê wan de diyar kir; gelek eciz bû. Ew nexwaşiya xwe ya berê zuhûr kir. Berpirsiyarê PKKê Karayılan, êrişî Kemal Burkay kir, li wî heqaret kir û tehdît kir.

Tê zanîn ku ew tehdîta PKKê li hemberî Kemal Burkay rojane ye û  di nav reya giştî de li her platformekê tê niqaşe kirin.

Sedema bingehî ew êrîşa PKKê ya li hemberî Burkay, sedema dîrokî û girêdayî qarekter û taybetiyên PKKê ne. Ezê li ser vê sedemê di rêzên pêş de rawestim. Lê tê zanîn ku PKKê girêdayên sedemên taybet jî, li hemberî rewşenbîr û siyasetvanên kurd êrişan pêk tîne. Loma jî sedemên taybet yên êrişa li hemberı Kemal Burkay hene. Ez dixwazim di destpêkê wan sedeman diyar bikim.

1- PKKê rêxistinek nedemokrat û otorîter e. Loma jî tehemûla wê rexneyan tûne ye. PKKê ji bona xwe dinyayek reş û tarî ava kiriye. Naxwaze ku tu kes wê dinyayê nas bike. Li Bakûrê Kurdistanê wek alternatîfek xweser dixwaze ku saltanat û dîktatoriya wê bidomîne. Loma jî divê rastiyên girêdayî wê nayên diyar kirin. Di van rojên dawî de rexneyên Kemal Burkay di telewîzyon û rojnameyan de di derbarê PKKê de jî bû sedem ku PKKê deşîfre bibe, rastiyên wê û rûyê wê derkeve holê.

2- PKKê, ji pêwendiya Kemal Burkay û Hikûmetê ditirsê ku, Kemal Burkayê bi alîkariya Hikûmetê tevgeraek siyasî ya alternatîf wek îhtîmalek pêk bîne. Ev jî, li Kurdistanê desthilatdariya PKKê teng û sînor dike; zerar dide saltanat, otorîte, dîktatoriya wê. Ew jî dê di heman dem de bibe sedem ku li Kurdistanê siyaset plûralîze bibe û li Kurdistanê jî demokratîzebûn dê dest pê bike. Tê zanîn ku PKKê ji demokrasiyê, ji fikrên cûda, ji azadita rêxistinî, xweîfadekirin û fikrî gelek ditirse; plûralîzebûna rêxistinî li Kurdistanê wê gelek ditirsîne. Heta dikarim bibêjim ku ji bona xwe mirin dihesibîne.

3- PKKê û Ocalan demek dirêj e ku ji bona “Komîsyona Lêkolîneger ya Rasteqîniyan” ava bibe, xwediyê pêşniyar e. PKK û Ocalan wûsa difikirîn ku di komîsyonê de kurd encama tirsê û an jî encama dilsoziya neteweperestî dê di derbarê înfaz û tawanên wan yên mirovî  de qise nekin. Piştî ku Burkay û Min di Komîsyona Meclîsê de qise kir, PKKê ev yeka ji bona pêşeroja xwe xeter dît.

PKK loma bi tûndî êrişî Kemal Burkay kir; ji Kemal Bırkay re heqaret û tehdît kir.

                                                                            *****

Sedema esasî girêdayî qarektera wê ye û armanca avabûna wê ye. 

PKKê, rêxistinek otorîter e, xwediyê senaryoya civatek otorîter û faşîzan e. PKKê jî, wek kemalîstan, baasiyan û wek hêzên din yên otorîter dizane ku vê yekê bes bi serokek, bi îdeolojiyek, bi partiyek dikare pêk bîne û ava bike. Loma jî bes dîktatoriya Ocalan, Apoîzmê, PKKê diparêze.

Dema ku xwediyê vê konsept û paradîgmayê be; wê demê rêxistin, nerîn û serokên ji dervayî xwe dijmin qebûl dike. PKKê, di destpêkê de heta îro jî gorî vê paradîgmayê tevgeriyê ye. Beriya 12 îlonê hemû rêxistinên Kurdistanê, serokên wan rêxistinan û heta qadroyên wan rêxistinan dijmin pejirand, ew kuştin. Di heman dem de rêxistinên çep û şoreşger, serok û qadroyên wan jî dijmin qebûl kir û kuşt. PKKê bes rêxistin ne, gelek kategoriyên civakî yên afirandar yên cıvata kurd jî, dijmin qebûl kir. Loma li Sîweregê, li Batmanê, Li Hîlvanê, Li Nusyabînê û bajarên din yên Kurdistanê li hemberı axa, mîran, serok eşîran êriş kir, bi sedan kuştin pêk anî.

PKKê ji demokrasiyê û ji fikrên cûda gelek ditirse. Loma jî ji rewşenbîr û siyasetvanên  demokrat re dijminitî kir. Hîn jî dike. Muxalîfên xwe re jî tehemmula wê nebû; muxalîfên xwe bikuştinê berteraf kirin.

Ew ji demokratîzbûna tevgera Kurdistanê jî ditirsê. Dema demokrasi pê bikeve, wê demê hebûn û qarektera wê dê bikeve xeteriyê.

Loma jî dem dem rewşenbîran bi kuştinê tehdît dike û dikuje.

PKKê di sala 1989-an de û piştî wê salê, di sala 2005-an de, ev salên dawî li hemberî rewşenbîrên kurd qempenyayek mezin ya tehdîtê meşand. 2004-an de min ev helwesta PKKê li qeda Ofîsê bi civînek çapemenî ya kîtlewî rexne û deşîfre kir. Di salên dawî de piştî ku PKKê li ber dersxaneyê bomba teqand û xwendevan kuştin, min teror a PKKê bê eselet binav kir. PKKê jî ez bi kûştinê tehdît kirim. Wek tê zanîn rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê jî, li hemberı vê tehdîtê qempenyayek mezin vekirin.

PKKê ev qarekter û paradîgmaya xwe li hemû beşên Kurdistanê meşand û îro jî dimeşîne.

Ev siyaseta PKKê, bi her awayî xizmetê Dewleta Tirk kir û dike. Lê ez bi xwe di wê nerînê de me ku Dewleta Tirk, piştî sDerbaya leşkerî û salên 1974-an dema ku dît Tevgera Bakûrê Kurdistanê bi awayekî plûral xurt dibe û kîtlewî dibe; êdî nikara pêşiya Tevgera Bakûrê Kurdistanê bi girtin, bi kuştin, bi sirgûnê bigre; stratejiyek nû pejirand. Ev stratejî jî, Tevgera Bakûrê Kurdistanê ji hûndir de teslîm girtin û ji armanca dûr xistine. PKKê encama vê projeyê ye. Ciyê ku PKKê lê rawestiyayê û armanca diparêzê û kirinên dike jî vê yekê gelek bi hêsanî derdixwe holê.

                                                        *****

Êriş û tehdîda PKKê ya li hemberî Kemal Burkay bi tu awayî divê nayê pejirandin, divê her rewşenbîrek û siyasetvanekî kurd yên demokrat li hemberî vê êrişê derkevin. Nêrînên xwe diyar bikin. Ev têre nake, bikevin nav çalakiyekê. Lewra êrişa li hemberî Kemal Burkay, xeter e û li dijî demokrasî û azadiya xweîfadekirinê; ji aliyê fikrî û rêxistinî de li dijî pluralîzêbûna tevgera Kurdistanê ye.

Hezar mixabin PKKê li hemberî Kemal Burkay êriş û tehdîtan dimeşîne, hevalên wî jî bi PKKê/BDPê re di nav tîfaqê de ne. Ev pirsgirêkek mezin e.

Wek min di Telewîzyona A Haberê de  jî diyar kir, divê rewşenbîr û siyasetvanên kurd yên  ne li Kurdistanê êdî vegerin Kurdistanê; Burkay jî bê li Kurdistanê dest bide rewşenbîrên kurd, xebat bidomînin.

Îbrahîm GUÇLU
İ[email protected])
Amed, 31. 01. 2012

Back to top button