Polîtîk

Gelo Kurdên Îsraîl ne kurdin?

Di 15ê Îlonê de kongreya netewî ya Kurd dicive.Wek her kesekî Kurdên ku li Îsraîl dijîn jî dixwazin tevlî kongreya netewî bibin. Herweha daxwaziya kurdên li Israildi medyayê de jî hate weşandin. Lê hinek endamên licneya lijneya amadekar dibêjin “ Em nizanin kurd li Îsrail hene, çine û çi dezgehên wan hene“

Lê rê nayê dayin ku Kurdên Îsraîlê tevlî kongreyê bibin. Di vê derbarê de nûçeya  ajansa Bas ji aliyê Hejar Mehuy vê hatîye weşandin bi vî awayiye.

Endamên Lijneya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd li ser dawetnekirina Kurdên Îsraîlê bo kongreyê axaftinên cuda dikin û Kemal Kerkûkî jî dibêje ku ji ber peywendiya İraqê ligel Îsraîlê nînin Kurdên wê derê beşdarî kongreyê nabin.

 

Di vê derbarê de Endamê Lijneya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Kemal Kerkûkî ji Basnewsê re got: ‘’Mesela dawetnekirina Kurdên Îsraîlê bi wê yekê ve

 

girêdayî ye ku heta niha tu peywendiyên dîplomatîk ên İraqê ligel Îsraîlê nînin, em li Kurdistanê herêmeke federal in di nav İraqê de loma siyaseta derve ya İraqê meseleyeke merkezî ye û İraq biryarê li ser dide, heta niha jî haya min jê nîne ku hîç Kurdekî Îsraîlê bo kongreyê hatibe vexwendin.’’

 

Li ser heman mijarê endamê lijneya navbirî Sadî Ehmed Pîre jî wiha axifî: ‘’Ez zêde naxwazim li ser vê meseleyê biaxifim, derbarê pirsa Kurd de li her cihekî kesek an jî saziyek aktîf be tê dawetkirin, lê belê meseleya Kurdên Îsraîlê heta niha di civînên Lijneya Amadekar de nehatiye gotûbêjkirin.’’

Ji aliyê xwe ve Endama Kongreya Neteweyî ya Kurd Ronahî Serhed jî got: ‘’Em heta niha nizanin Kurdên Îsraîlê kîne û çi dezgahekî wan heye, herwiha bi awayekî fermî hîç dezgahekî wan nehatiye û ser li me nedane daku em wan dawet bikin, lewra ji ber ku nehatine em êdî nizanin kê dawet bikin.’’

Back to top button