Gelo kî rast dibêje?
Di prosesa agirbestê û ji beriya hilbijartinan, kuştina 12 çekdarên PKK-ê serê xelkê tevlîhev kir. Ev bûyer ji aliyê gelek cihan ve wek bûyerek bi destçêkirî tê nirxandin, ev båyer leyiztikeke û dê pêşerojê de eşkere bibe.Fermandarê leşkeran yê li herêmê kesek nas e û navê wî jî doza Ergenekonê û projeya “ Têkbirina Cemaeta Gulen û Ak Partiyê“ de derbas dibe.
Li ser van bûyerên dawiyê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan bi israr dibêje ku, ev tiştên tên kirin, navbera Qendîl û Slivri de ye. Yanî Erdogan gelek vekirî desthilatiya PKK-ê û Ergenekonê bi hevkariyekî itham dike û dibêje ev bûyer herdu bi hevre pêktînin.
Li ser vê yekê parlementerê BDP-ê û berendamê parlementoyê yê Colemêrgê Selahattin Demirtaş dibê je ku, pêwendiyên hukumetê û Qandîl li gel hev çêbûne. Hukumetê ji bo agirbestê çend cara li gel yên Qendîlê hevdîtin pêkanîne û Erdogan van tiştan dizane. Di vê derbarê de Demirtaş dibêje: Li gel Ocalan hevdîtin çêdibin lê tu çek di destê Ocalan de tuneye ku ew agirbestê bike. Agirbest ji aliyê Qendilê ve hatiye kirin û hukumetê li gel wan hevdîtin kirine.