Cîhan

Gelo kê nexweşxaneya Xezayê bombebaran kir…?

Di nûçeyekê de di piraniya medya cîhanê, medya Erebî û welatên misilman de hat belavkirin ku, Artêşa Îsrail li Xezayê êrîşî nexweşxaneyekê kir û gelek kuştî û birîndar çêbûne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî daxûyaniyek ragihand û got: “ Artêşa Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê kiriye û di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatine kuştin.“

Di derbarê vê nûçeyê de, berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari, li ser nûçeya bombebarankirina nexweşxaneyê got: “Bûyer hîn nû ye, emê lêkolînên berfireh li ser vê yekê bikin.”

Li ser vê nûçeyê gelek serok û berpirsên welatan bêyî ku li hêviya encamên rast bimînin daxûyanî belav kirin û hukumeta Îsrail şermezar kirin, bangî daketina kolanan li xelkê xwe kirin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî, di serî de Partiya Çep a Kesk, û gelek partî û rêxistinên Îslamî û çep daxûyanî ragihandin û Artêşa Îsrail şermezar kirin.

Piştî demekê di derbarê bûyerê de, Artêşa Îsrail daxûyaniyek nû ragihand û îdia kir ku, ev êrîşa li dijî Nexweşxaneya li Xezayê ji aliye rêxistina  Cihada Îslamî ve hatiye kirin.

Daxûyaniya Artêşa Îsraîl bi vî awayî ye:

“Roketên ku terorîstên Cihada Îslamî avêtin bûn sedema teqîna li Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê.”

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser êrişa li Xezeyê daxuyaniyek belav kiribû.

Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de gotibû:

“Divê hemû cîhan zanibe, ne artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê kiriye. Yên ku ev êriş kiriye terorîstên li Xezeyê ne.

Yên ku zarokên me bi awayekî xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”

Ev nûçe gelekî balkêş e û gerek berî aliyên siyasî, welatên tên zanîn û rêxistin di vê derbarê de daxûyaniyan bidin û bibin xwedî helwest rastîyê bizanin.

Bê guman ev bûyerek hovane ye û insan bi van bûyeran diltezîn dibin. Lê eger rastî bê zanîn û li gora rastiyan bê tevgerandin, ihtimala serastkirina pirsgirêkan û xilaskirina şer bêhtir derdikeve holê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button