Polîtîk

Gelo ji Rojava Barzaniyek derdikeve?

Li Suriyê rejîma Beşşar Esad a wî û bavê wî Hafiz Esad a nêzika nîv sedsalê her roj ber bi dawiyê ve diçe. Xuyaye ku niha li pişt Esad tenê Rusya û Çîn maye. Ew her du dewletana jî, her ku şîdeta li Suriyê dijwar dibe, desteke xwe sist dikin. Tê payîn ku rejîm zû an dereng hilweşe. Ger ku surprîzek çêbibe û rejîma Esad hilneweşe jî, li ber çavan e ku, ne rewşa Suriyê wek berê dibe ne jî rewşa Kurdan. Pisporên Rojhilata Navîn bi giranî li ser vê argumanê disekinin; rewşa Kurdan êdî ne pêkan e ku wek berê be û bi gumana herî xirab wê an otonom an jî wek Başûr bi federasyonê werine îdarekirin û yên ku xwe dike îdare bikin jî Kurd bixwe ne. 

Niha li Kurdistana Rojava 16 partî û dezgeh hene. Bi pêşengiya Serok Barzanî, hemû partî û dezgeh, li Hewlêrê hatine ba hev û li ser avakirina Konseya Bilind a Kurdan lihevkirin û çend rojan berê avakirina Konseya Bilind hat îlankirin. Li ser Kurdên Rojava, giraniya PYDê herî zêde ye. Heta niha bi awakî serbilind her Kurd bi yekitiya Kurdên Rojava dilşad û kêfkeş e. Lê tirsa, “gelo perçebûna yekitiya Rojava dibe?” jî di dilê her Kurdekî de heye. Niha çavê her Kurdekî, li rêvebiriyeke xurt û yekitiyeke daîmî ye. Di vir de pirsa herê girîng: Rêberekî mîna Serok Barzanî wê li Rojava derkeve û Kurdan mîna Başûr ber bi azadiyê ve bibe an na? 

Rewşa Başûr û Rojava, di heman qadan de tê muqayesekirin. Her çiqas yek bi yek neşibe hev jî, ji pirr aliyan de heman pêvajo tê jiyandin. Belkî siuda herî mezin a Rojava, tecrubeyeke wek başûr hatiye jiyandin e. Rojava  ferz e ku vê tecrubê bi xwe re bike pisula. 

Dema mirov li ser kûr û hûr difikire, kesayetekî wek Serok Barzanî li Rojava xuya nake. Berî her tiştî, Serok Barzanî, bi deh salan û bîlfîîl di nav têkoşînê de jiyaye. Li Rojava bi vî rengî ne têkoşîneke mîna Başûr heye û ne jî rêberekî mîna Serok Barzanî ku jiyana xwe di rêya azadbûna Kurdistanê de derbas kiriye. Tam di vê xalê de jî mirov vê meraq dike; Gelo şoreşa Rojava wê karibe rêberekî derxîne? Zor be jî, pêkan e. 

Hêvî ew e ku, dil dixwaze, heta Rojava karibe li ser lingê xwe bisekine, di bin rêbertiya Serok Barzanî de bimeşe û ji ezmûn û zanebûna Serok Barzanî sûdê werbigre. 

 

Back to top button