Nivîsar

Gelo Îran ew 3 jin kuştine ?

 

Çi dema ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ber bi çareseriyê ve here, rûdaneke wisa bêserûber derket holê ku hemû aliyên siyasî dikevin nava bêumîdiyê û amadetiya kirinên bêsûd dikin. Yek ji wan jî kuştina van her sê jinên Kurd e ku li Parîsê hatine kuştin.

Çewa ku tê zanîn, roja nehê vê mehê, saet di navbera 17 û 18an de êrîşek çûye ser Broya Enformasyonê ya Kurdistanê ku li Gare du Nord a li Parîsê ye û sê jinên berpirs ên PKKê (Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez) hatine kuştin. Ji wan Sakîne, hîmdarê avakirina PKKê bûye.

Li ser kuştina wan gelek gotegotên cihê hatine gotin û gotin hêjî didomîne.

Hinek dibêjin ku Dewleta Kurd /Tirkiye) ew kuştine, hinek jî dibêjin na.

Hinek dibêjin ku PKKê ew kuştine, hinek jî dibêjin na. Hinek dibêjin ku Parastina Elmanyayê ew dane kuştin, hinek jî dibêjin na.

Hinek dibêjin ku Sûriyê ew dane kuştine, hinek jî dibêjin na.

Hinek dibêjin ku Îranê ew dane kuştine, hinek jî dibêjin na.

Nexwe kê ew sê jin kuştin?

Kê ew sê jin dane kuştin?

Tiştê balkêş ev e ku li ser kuştina wan sê jinan, hîç deng ji rêxistina Jinên Azad ku nêzîkahiya xwe bi PKKê ve ye dernakeve. Ji wan jî zêdetir, deng ji wan komeleyên jinên Kurd jî dernakeve ku dema mêrek fîtokekê li jina xwe dixe, ew qiyameta Îsa Pêxemberî radikin.

Carekê jixwe diyar e ku di toreya Kurdî de kuştina jinan a bi vî rengî tune.

Li gor ragîhandina hin siyasetmedarên Kurd, kuştina van sê jinan ne karê Tirkiyê ye.

Lê gelo nexwe cinan ev sê jinên Kurd kuştin?

Gelo kuştina wan ji aliyê zebaniyan ve hate kirin?

Hêja ye bê gotin ku ev her sê jinên PKKyî, Kurdên Elewî bûne. Amaca yekemîn di vê kuştinê de, ev e ku Kurdên Elewî helwesta xwe li pêşberê Tirkiyê bidin nîşandan û xwe bidin aliyê Rejîma Sûriyê ku ew jî Elewî ye.

Li vê gorê, nexwe gumana xurt diçe ser Sûriyê. Lê heta niha jî Sûriye kiryarên wisa nekirine û kujerên wê yên wisa profesyonel jî nehatine bihîztin.

Nexwe gelo Îranê ew sê jin kuştine?

Li virê gumana xurt, diçe ser Îranê. Ji ber ku Îranê berê jî kuştinên wisa kirine û dane kirin. Wek kuştina lîderên Kurdan Dr. Qasilû, Şerefkendî û gelek lîderên dijberên Îranê.

Dewletên Ewrûpayê tev jî pê dizanin û xasma jî, Frensayê baş dizane ku Îran li hemû welatên dinyayê dijberên xwe dikuje û dide kuştin.

Nexwe eger Îranî ew kuştibin, ji bo çi kuştiye?

Li virê du dîtin hene:

1)       Ji ber ku ev hersê jin jî Elewî ne û li Bakûrê Kurdistan û li Tirkiyê jimareke mezin Elewî hene. Da helwesta Elewiyan li pêşberê Sûrî bidinin guhertin, hatine kuştin.

2)       Ji van sê jinan Sakine, tê gotin ku berpirsê darayî û yê peydakirina çekan bûye. Îcar ji bo ku ew danûstendinên Îran û PKKê bi ihtimaleke hindik be jî dernekevin holê, hatine kuştin.

Li gor ku tê fêmkirin, ev car Tirkiye dê bixwaze ku bi Ocalanî re aştiyekê bike û miletê Kurd weke Kurd bipejirîne. Ji ber ku Tirkiye dibîne, va ye dengê çingeçinga şerekî mezin ji Rojhilata Navîn tê. Eger hat û şerekî wisan dest pê kir, bêguman wê hêza Kurd a leşkerî pir xurt bibe. Îcar ji bo ku Tirkiye wê hêzê bide aliyê xwe, yan ger bi hindikî be jî, wê hêzê bêalî bihêle, ji Tirkiyê re qezenceke mezin e. Ji ber vê yekê be jî, gumana ku Tirkiye van jinan dabe kuştin pir hindik e.

Lê belê guman niye ku polîsên Frensayê kuştina van sê jinan peyitandibe. Îcar eger Broya Enformasyonê ya Kurdistanê ku li devereke wek ya Gare du Nord a li Parîsê ye û hemû deverên wê herêmê ku ne di binê kamerayên polîs de be, ne mikun e.

Bi gumaneke mezin, kujerên wan hersê jinan belkî niha di destên poslîsên Frensayê de bin jî, lê Frensa eşkere nake û wê neke jî. Ji ber ku di van waran de hin peymanên Frensayê bi Îranê re hene. Îcar eger Frensa vê rûdanê eşkere neke, tenê hêza heye ku pê dizane, ew jî ew hêz e ku van jinan daye kuştin. Eşkerekirina wê jî ne karekî rewa ye…

 

A.Bahram Badik

 

 

Back to top button