Gelo bingehên vê şewatê ji kûve tê û mebest çiye
Em milet û sîyasetên xwe ve Jî; ji van kiryaran re li çepikan dîdîn û navekî yê sîyasî û neteweyî jî; li van xiyanet û xirabîyan dikîn.
Evdirehmanê Gundikî
Weku dîyar dibe, ev şewitandinên di başûrê Kurdistanê de çêbîn û çêdibin, kiryarên sîyasî ne û hinek destên tarî yên di pişt van şewitandinan de hene. Tişta dixwehî, hinek ji wan destên tarî yên hatîn girtin. Tişta em miletê kurd li ser bifikirîn û van destên tarî û piştgirên wan û mebesta van kiryarên xirap nasbikîn; ji bo pirsa me ya neteweyî, giring in. Pêwîstî lêheyîye ku ji kûrayî ve lêkolînên sîyasî li ser vê rewşê bihên kirin. Dema em hinekê li paşxwe ve bizivirîn û berê xwe bidîn van şêweyên kiryarên vê hêza tarî, em dê bibînin ku çi danê pirsa miletê kurd û Kurdistanê hinêkê berbibêş ve biçe û pêşketinên sîyasî û neteweyî di welatê me de çêbirîbin; bi rêya vê hêza tarî re destên tarî dirêjî di nêv pirsa me ya neteweyî de dibin. Ev destên tarî û piştgirên xwe ve, dixwazin pirsa kurd û Kurdistanê têkilhevdu bikin. Ji rewşa dixweyê, di van çilsalên bûrî de di kîjan alîyên Kurdistanê de pêşketin li ser pirsa neteweyê kurd û Kurdistanê çêbîbin; ev destên tarî bi şêweyên xebata PKKê û rêxweşkirinên wê re dirêjî wê parçeya Kurdistanê jî dibin.
Di dema destketîyên başûrê Kurdistanê, li ber bilindbûyinê ve diçûn û ew destketîyên, di sala 1992ê de giheştin pileya sitatûyeka sîyasî û neteweyî, di başûrê kurdistanê de li berçavan dîyardibûn. Mixatabên, doza kurd û Kurdistanê, zanîn ku ew dê wekî ji berîya zirhêzên vê Cîhanê bihên herêmê, dê nekarin weku ji berê bi dilên xwe kurdan bikujin û talan bikin. Tevên dagirkeran jî sîyaseta xwe bi gorayî demê guhertin. Pêwîstî pêheyîye ku em miletê kurd jî bi gorayî dem û bûyaran, berê xwe bidîn pirsa xwe ya neteweyî û hesabên pir kûr û ji berfireyî ve berê xwe bidîn pirsa xwe ya neteweyî û hesabên baş li ser lehiztinên mixatabên kurd û Kurdistan jî bikîn.
Pêwîste ku em bizanîn ti bûyer bi roj û şevekê de çênabin û xira jî nabin. Li ser vî hesabî, me pêwîstî pêheyîye ku em berê xwe bidîn, bûyarên kevin û yên nû jî. Destketîyên miletê kurd yên li başûrê Kurdistanê, bi bedelên giran ve hatîn, destxistin. Dema baş dîyar bû ku başûrê Kurdistanê ya berbi sitandina hinekê ji mafên xwe yên neteweyî ve diçe û miletê kurd yê dibe xwidanê hinek destketîyên neteweyî. Hêrişên bi dijminane ji alîyên mixatabên pirsa kurd û Kurdistanê ve bi rêya vê hêza sîyasî re daket meydana xebata başûrê Kurdistanê. Bi rêya vê hêza tarî re, tifenga kurd kujîyê di başûrê Kurdistana azad de destpêkir û bihezaran xortên kurd bi destên hevdu hatin kujtin. Ev pirsa kurd kujîyê ya di wê demê de bû ku dem ji bona çareserkirina, pirsa kurd û Kurdistanê, demeka bi zêrîn bû. Wan hêrişên dijminane, bi pîlanên dagirkeran û bi destê vê hêza PKKê re di sala 1992ê dest bi kujtina kurd kujîyê kirin.
Di berdewamîya vê pirsê re destên tarî li ser pirsa kurd û Kurdistanê zêdettir bûn. Pirsa Kerkûkê, Kobanê, kolana xendekên bajarên bakurê Kurdistanê, rêxweşkirina ji bo dagirkirina Efrînê, tifaqa PKKê ya li gel Hejda-Şehbî û dagirkirina Şingalê, rêxweşkirina ji bona tirkan ya dagirkirina çîyayên başûrê Kurdistanê û heta bigîhîje şewitandina qûtê zarûkên kurdan û bazarên Hewlêr, Dihok, Kurkûk û pirsa referandoma serxwebûyina Kurdistanê bi tev de, dîyarin ku ji kîjan alîyan ve, dihên, pîşîya miletê, kurd; zêdekirin ji van pirsan re pêwîst nakin. ???
Çendî em bixwazîn van xirabîyan bincil, bikîn jî; belê mêjû dê ticaran mecalê me nede ku em çavên xwe ji xirabîyan re bineqînîn û bidîn ji bîr kirin! Vêca, hegî em berê xwe bidîn tevê van bûyaran û lêgerekê li ser rewşa xwe bikîn û pirsîyaran ji desthilatdarîyên xwe jî bikîn, rewşa me dê zelaltir bibe û em dê çêtir bikarîn destên xwe danîn li ser birînên xwe yên em jê digazînîn. Wê demê, derman kirina birînên me jî dê hêsanîttir bibin. Piştî wê dem û rewşa ji bona miletê kurd zêrîn bû, bihezaran ciwanên kurd di herêma Kurdistana azad de bi dest û kiryarên PKKê re hatin kujtin. Em milet û sîyasetên xwe ve Jî; ji van kiryaran re li çepikan dîdîn û navekî yê sîyasî û neteweyî jî; li van xiyanet û xirabîyan dikîn. Gelo, hita em, vanpirsan zelal nekîn û ji kujtinên ciwanên xwe re li çepikan bidîn; dê çawe û bi kîjan aqilî ve hevkarîyên neteweyî di nêva hereka kurd de çêbin?
Hieta ku em ji van destên tarî yên bi nêvxweyî re nebêjîn; hita kengê hûn dê bibîn kabên lehîztukên di destê dijminên xwe de û welatê xwe, bişewitînîn; dê çawe destketîyên me bihên parastin? Heta em vê pirsê ji xwe û sîyasetmedarên xwe nekîn, ji bo me ti rê û rêbar dê rast, nebin. Tişta dixweyê, quweta van pirsan ji van destên tarî yên bi nên-xweyî de bipirse, dê quweta civata miletê kurd be. Divê miletê kurd vê xîyaneta lêdihêt, kirin û zarokên wan bi van rêyên xîyanetê de didin kujtin, bipirsin û bêjin em vê kurd kujîyê nepejirîne. Ev kar jî dê bi rêya şarzatîya civatê re serketînan bi xwe re bînin. Veşartina bûyarên xirap ti feydeyî ji bo pirsa neteweyî nahîne. Tişta dixwehî hêzên me yên sîyasî nikarin pêşîyê li van xiraban û xirabîyên wan bigirin. Sedemê wê jî eve ye ku ev kiryarên destên tarî, piştgirîyê ji hinek hêzên sîyasî û neşarzayên civatê jî distînin.
Weku dixweyê, ev pişrgirî jî; ji cidatîyên têgiheştên sîyasî dihên, divê bihêt zanîn ku ev têgiheştên sîyasî, bingehên xwe ji du bingehên ji hevdu cida digirin. Divê em, miletê kurd pêbikevîn û bizanîn, ev cidatîyên ji hevdu cida ne, li kûderê ava birîne û li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê çi dikin û çi dibêjin; divê ji bona miletê kurd bihê zelal kirin. Hita ku ev pirsîyar zelal nebin, ev rewşa me ya xirab û neteweyî jî dê bi van derd û belayan re bijî. Bingehên van derd û belayan; ji du têgiheştên cida û cidattîyên li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê, dihên. Divê em, miletê kurd xwe nexapînin, hita ev herdu têgiheşt ji hevdu neyên cidakirin û sedemên van cidatîyan jî; ji alîyê civata kurd ve neyên zanîn, em dê di nêva agirê van xiraban de bisojîn.
Ev têgiheşta dibêje dema avakirina dewleta neteweyî derbaz birîye, ji hemî alîyên dagirkeran ve piştgirîyê distîne û bi şêweyeka cida re, gotinên dagirkeran di nêva civata kurd de bilav dike. Divê, ev fêhil bazîya sîyasî ji bona civata kurd bihêt zelal kirin. Zelal kirina vê fêhilbazîya sîyasî; ji bo civata kurd gelekê zehmet e; belê divê bihê zelal kirin!
Ev hêza bi gotin û kiryarên xwe re dibêje dema avakirina dewletên neteweyî bûrîye û di xwaze bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re wekî kesatî bijîn; Ji hemî alîyan ve piştgirîyê ji dagirkeran distînin û dibêjin rêya azadîyê bi rêya biratîya gelan re derbaz dibe. Gelo, em miletê kurd dê bikarîn bi van gelên destên wan ji xûna me ziwanabin re bijîn, anjî dê çawe bê ku azadîya welat û di bin siha dijminan ve bijîn? Hita vê gavê jî; ji van dagirkeran yek bitinê jî bi rast û çep û dîndarên xwe ve heyîbûna me û welatê me napejirînin.
Hêza miletê kurd, ya ji bawerî ve li çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê re karên xwe yên neteweyî dike û ji bona destxwe ve anîna mafên miletê kurd re kardike; di pêşîyê de divê em welatparêz û miletê xwe ve piştgirîyê lêbikîn û hevalbendîyan di nêva xwe de avabikîn ne ku piştgirîyê li kurd xapînegan bigirîn! Pêwîstî pêheyîye ku dinêva netew perweran de hevalbendîyên neteweyî bihên avakirin. Em wekî milet hertim bi hisên xwe yên neteweyî ve, şêroveyan dikîn û dibêjîn, çima yekîtîya neteweyî dinêva hêzên me yên sîyasî de çênabin? Belê em lênagerin û nabêjîn, gelo, sebebên van têkilhevîyan û xwe kujîyan ji kûderê ve dihên û binaskarên van xirabîyan jî kîne? Dema em van pirsîyaran ji xwe û sîyasetmedarên xwe nekîn; dê çawe yekîtîyên sîyasî di nêva me de çêbin? Bê şik ev daxwazên me yên yekgirtina neteweyî, daxwazîyên neteweyî û heqin. Belê ev rewşa min li jor bilêv kirî, rênade me, em yekîtîyên neteweyî ava bikîn û yekîtîyên neteweyî bi daxwazên neteweyî ve girêdayî ne. Yekîtîyên neteweyî bi dijberên mafê neteweyî re çênabin.
Hêzên me yên sîyasî di vê serdema borî de gelek caran lê xebitîn ku hevkarîyên sîyasî û neteweyî avabikin; belê serneketin. PKKe herbitim van got-gotên sîyasî û kongereya neteweyî gelek gotinên cida-cida re jî bi kartînin, belê ya nahêle yekîtîya sîyasî jî çêbe her bitim PKKÊ bi xwe ye. Ez dê bixwazim biçend bîranînan ve balê bikêşim li ser hinek, bûyarên kevin! Dema em, berê xwe bidîn sala 1993ê civînên li şamê çêbirîn û Evdila Ocalan bi kesatîya xwe ve di nêva civînan de bû; belê serneketin. Ez di wê demê de wekî rêwingîyekê berbi başûrê kurdistanê ve diçûm. Heyeta bakurê Kurdistanê pêşnîyarîya têkilbûyina civînên wan bibim; li ser navê partîya yekbûyi ya gelê Kurdistanê (YEKBÛNÊ) ji bon min pêşnîyarîyek anîn. Min dijîtî bi wê rewşê re kir û got: Ev civîn ji bo çi li Şamêye û ne ku li Hewlêrê ye.Herwiha jî min ti sebebên hereketên kurd têkilîyan bi PKKê re bikin ne didit. Dema wan berpirsan ez qaneh ne kirim ku têkilîyan bi civînên wan re bikim. Wan pêşnîyarîyeka dî ji bo min anîn û xwestin ez Mam Celal Telebanî, bibînim. Piştî çend rojan min Mam Celal bi gel heyeteka (YEKBÛNÊ) li Qabûlo dît; min ev dîtina xwe ya li ser civînên wan pêşkêşî cenabê wî jî kir. Mam Celalî pir bi zelalî ji bom got: Kek Evdirehmanê Gundikî, min jî dixwest ev civîn li Hewlêrê çêbe, ne li Şamê; belê min dewlet qaneh kir ku ez Evdila Ocalanî bibim Hewlêrê û pajve vegerînim, Şamê. Belê min nekarî ez Avdilayî qaneh bikim; ev kar dê rêve neçe! Piştî vê rewşê jî du salan hereketên bakurê Kurdistanê pey vê xiyala bi PKKê re ya bêwate karbikin re xebitîn; bi talîyê de serneketin.
Em berê xwe bidîn, peymana, Hewlêrê û ya Dihokê, bi gel beşdarîya Cenabê Mesûd Barzanî û hemî dilxwazîyên xwe ve, nekarî vê hevkarîyê bêkbîne. Sedemên, serneketinên van xebatan jî bi tev de PKKe ye û ew dixwaze hemî hêzên sîyasî biçin û di bin siha wan ve karbikîn. Ev pirs jî dihê wê wateyê ku divê miletê kurd dest ji doza xwe ya neteweyî, berde, ev jî nemimkin e.
Bi tevlî van bêser û berûyên sîyasî jî Cenabê Mesûd Barzanî di van rojan de serdaneka mêjûyî li Bexdayê kir û bi berfireyî, têkilî bi destgeh û kesatîyên sîyasî yên Iraqê re kir bi şêweyekî qedirmendî ve pêşwazî lê hat kirin. Hîvî eve ye ku tevlî van bêser û berîyan û kiryarên van destên tarî jî. Cenabê Barzanî hineke destketîyên neteweyî di vê serdayina Bexdayê de bi dest xwe ve bîne. Serdana Cenabê Mesûd Barzanî ya piştî şeş salên bi derd û kulan ve, ji bo Bexdayê ne rêwingîtîyaka bêhesab û bê mebesta pirsa neteweyê kurd û Kurdistanê ye. Belê hemî bazar û xebatên dayin û sitandinên di nêva rikberan de li sernakokîyên sîyasî û civatî û neteweyî çêdibin. Dema dayin û sitandinên sîyasî bi aşkere û li sermaseyî bin; gelekê di cihê xwe de ne. Ji bo me miletê kurd, ya giring ev e ku em dê kîjan destketîyan di vê serdayinê de bi destên xwe ve bînîn. Hivîyên min evin ku miletê kurd dê ji lehîstogan bihê parastin!
Cenabê Mesûd Barzanî bi van dayin û sitandin û kiryarên xwe re; ji vê Cîhana bê edalet û ji vê Cîhana mixatabên pirsa kurd û Kurdistanê re jî got: Hûn dikarîn miletê kurd birçî bihêlîn û mafê wî yê bi îradeya xwe û birêya referandomê re qirara xwe dayî, mafê wî yê demoqiratîk jî; jê bistînîn; belê hûn nikarîn îradeya miletê kurd bişkênîn û radestî xwe bikîn. Barzanî bi vê dayin û standinê re ji şerq û xerbê û mixabatên Kurdistanê re jî got: Kerembikin û werin em hemî bi hev re, pirsên xwe yên neteweyî û civatî û abûrî û herêmî jî bi edlane û bi dayin û sitandinan ve çareser bikîn. Hinek gazindên neşarzayî ji hinek alîyan ve li ser serdana Cenabê Mesûd Barzanî çêdibin û dibêjin çima ev serdan ne bi gel hêzên başûrê Kurdistanê bi tevayîyan re ye? Gelo, ev têkilhevîyên li jor hatîn zimanî, nabin sedemên wê çendê ku Cenabê Mesûd Barzanî tehfî vê kiryarê bide ku ew bi gel heyeta xwe tinê biçe û pay çareserkirina mafê miletê xwe bikeve û têkilîyan bi dost û dijminan re jî da ne!
Têbînî, ez vê gavê jî dihizirim û dikevim di nêva xiyalên kûr de û dibêji: Gelo kîjan kiryar û xirabîyên dagirkaran ji PKKê xwestîbin û wan bi hev re, neînîbin serê miletê kurd, mayîne û dê bi vê rewşa me miletê kurd re kîjan felaketên dî jî bînin serê û doza me ya neteweyî ji bom di tarîyê de ye.
19.07.2024