Serokkomarê Tirkiye Receb Erdogan û serokê Amerikayê Joe Biden li Brukselê hatin ba hev û hevdîtinek pêkanîn. Çave gelek kesan li vê hevdîtinê bû. Ji ber ku eve demek e di navbera Amerika û Tirkiye de pêwendî baş rêve nediçûn. Di navbera herdu welatan de sirek sar hebû. Rewşa heyî û mayina Tirkiye di NATOyê de dihat gotubûj kirin. Gelek çavderên siyasî îdia dikiran ku, dê Tirkiye berê xwe ji Amerika biguhêzê û bide Rusya.
Çend pirsgirêkên ku Tirkiye behsê dikiran hebûn. Tirkiye digot pirsgirêk ewe ku, Amerika pişgiriya PYDê dike û li rojavayê Kurdistanê û Surye çakan dide PYDê . Herweha pirsa mayina serokê Cemaeta Gulen Fethulay Gulen li Amerikayê jî ji bo Erdogan pirsek girîng bû.
Amerikajî li dijê kirina sistema S-400 an ji Rusya bû , NATO û Amerika digotan hewldanên Tirkiye siyaseta stratejika NATO yê re nagunce. Herweha Helwesta Tirkiye li rojhilatê Behra sipî, Li Libya jî ji bo Amerika û Ewropayê jî kêşeyek bû.
Ji bo van û hinek sedemên din jî giringiyek didan hevdîtina Biden û Erdogan. Kasî Erdogan dayî xûyakirin hevdîtina wan gelek bi erênî derbas bûye û dema Erdogan piştî hevdîtinê derket pêşîya Medyayê rûyê wî dikeniya û keyfxweş bû ku hevdîtin baş derbas bibû.
Di hevdîtinê de her tişta Amerikayê dayî pêşîya Tirkiye ji aliyê Erdogan ve hatiye qebûl kirin û cardin dê Tirkiye pêwendiyên xwe wek berê li gel Amerikayê ber başiyê ve bibe. Lê mimkine ev yek pêvajoyek hinekî dirêj de pêkwerê.
Serokê Amerikayî ji da xûyakirin ku, hevdîtinek erênî çêbû.