Gelo Asteng liber tevgera PDKT/B Heye ku nekare bibe yek û dest ji mereșaliyê berdin?
Beri çendekê li Diyarê bekir PDKT Konferanseki berfireh lidarxist û behsa aktifkirina xebata siyastê li Bakurê Kurdistanê dikirin.Aktifkirina siyastê li Bakurê Kurdistan?Belê.Her di cihda rexneyekê bikim. Gelo Heta niho li kuderêbun?Her heman demîde bi navên kod û veșartî di Torên Civakide direk êrișê wê Konferansa Çapemeniyê hate kirin û bi tumetên hișk û rek êrișê wê dikirin. Min hingê bersivek nivîsand got duvre ezê baweriyên xwe duvre binivisim . Lê Kod´çu yê kodçiya dîsa ne wêra navê xweyê rastî binivîse nejî hata îrojî ne kariye bi navê ișkere liser wê rewșê binivîse. Min ew hêla…Dara Bilek duvre nivîsek di malpera xwede weșand. Dinivîsa Dara Bilek de tiștekî têde tunebu. Dibeko bigorî wî tejîbu. Hevokên hatîn raçandin jî ji dewlemendiya siyasetê bi yek carê dur û tu mana wêjî nebu.Dema PDK Bakur li Hewlêrê Kongre komkirî û beyana wê derketi gotin Kongra 10. Tam salek sere derbazbu tu deng jê derneket. Min ev rexne direk ji berpisrên ku bi zembilê daninser jî birskirîbu…. Min wî demî nivîsek liser wê Kongra ko wan bi dizî û inkilapkari weșand, nivîs di Maplera www. Kurdistan- Bakur.com de heye.Ew kesên ew kongra inkilap û ji ehlakê siyasî û Kurdewariyê dur bi dizî û bi inat û nefret komkirîn bun beșek ji parçebuna PDK. Ew kesan xwe dizanin kine. Min di nivîsa Xwede gotibu PDK buye sê parçe û hetta çar jî mirov dikare bêje. Her Generalek xwe kiriye parçeyek. Her parçejî ji xwere dibêjin; “ Em liser rêbaza Mistefa Barzanî kardikin”.Gelo ev raste?Ez bi șupheme.Rêbaza Barzanî ne weko hon kongra bi inkilap û dur ji sirûștê ehlakê Kurd û civaka Kurd ji Kadirên xwe bi dizî kombikî û kesanên ne endam bi rengê otomatik biki endam û bikî delege û bi zembîlê bikî serok, Rêveber, Komita navendî û her û her duvre bêjî; eve kongar PDK bakur? yaho diyare hêjî hon naxwazin fêri siyaseta medenî û mudern bibin…Ew kesên ev Komgra inkilabê dayin komkirin baș xwe nasdikin ka kîne. Wan kesan dizanin ku pêșiya ko ew vê bê ehlakiyê, bêrêziyê, bê edebiyê, bê xwezaya siyasi bikin dinava partiyêde têkbidin, Amadekariyên Kongrê dihatin kirin. Gelo ew siyasetçiyên bê istikrarsiz hon dê çawa bikarin bibin rêveberên Kurdên Bakurê Kurdistan?Hatta ji komita rêxistinê amadekariyên listeyên delegeyen dihat kirin. Erê ne șermbu we ew parti kire çar Parçe? Miletê Kurd xwediyê siyaset çiyên weka webin bila ew bilet xerkbibe û wejî nebîne. Di siyasetêde istikrar biryara giring û bingehiye. Lê ew kesên buyîn sebeba têkdan û têkçûn û parçebuna PDK direk kesên têkder, șêlo, bê istakrarin. Îrojî ewan bê istikrariyê dinava wê grubêde didin meșandin.Her parçeyek xwe dike xwediyê mezin yê PDK Bakur. ( dema ez dibêjim bakur ez vê gotinê gelemperi bikar tînim) gelo hon nabêjin ka hon çidikin? Yan hon bi xwe nahesên yanjî dema hon ji bajarekê biçin serdanekê û çayekê vedixwin ; hon vê xebat dizanin?Ez M. Emin Kardaș Nasnakim lê wî bi daxwaznameyekê daxwaza serbestiya PDK ji dewletê xwest û hate kebulkirin.Gelo di cîhanê de we ditiye partiyek bibe Komele duvre ew parti dîsa bibe partî?Bizanin hon siyasetê yan xelet dixwînin yanjî șaș analiz dikin. Hon ji partiyatiyê derbazê Komeleyê bun. Yani we “çax atladiniz”; duvre hon hêjî dixwazin bibin partî lê hêjî istîkra di halê wede tuneyeku hon bikarin vî karî jî bikin.Ez dixwazim tinê rastiyan bêjim. Nim – nim nakim û kongra inkilabê dubare ne meșrubu, jiber vê çendê nikare bibe bersiv bo doza gelê Kurd. Dest ji kesperestiyê berdin û Kurdayetiyê bikin. Ji we hindek dinava PKKde kardikin, hindek dinava PDK ev têkiliyeki bê istikrar û ne raste…Îsmaîl Girikî28.4.2016