Polîtîk

Gelê Kurdistanê dixwaze bi referandomê qedera xwe destnîşan bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê pêşwazî li Wezîrê Brîtanya di karûbarên Rojhilata Navîn de Tobiyas Êlod û şanda pê re kir.Di hevdîtinê de Tobiyas Êlod pesnê Herêma Kurdistanê da ku zêdetirî 2.5 milyon koçberên Iraqî hewandiye her wiha behsa mêrxasiya Pêşmerge kir di şerê DAIŞê de.Wî rayedarê hikûmeta Brîtanya anî ziman ku Brîtanya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam û daxwaz kir ku pişt ku Mûsil bi temamî hat azadkirin, bi lihevkirina Bexda û Hewlêrê û tevlîbûna pêkhateyên wir were birêvebirin.Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê bo mijara Mûsilê amade ye bi Iraqê re hevkariyê bike û got, lê hikûmeta Iraqê di mjiara koçberan de alîkariya Herêma Kurdistanê nekiriye ji ber wê jî divê civana navdewletî vê yekê bibîne û alîkariya Kurdistanê bike.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa referandomê jî kir û got, partiyên Herêma Kurdistanê mijûlî hevdîtinên ciddî ne bo referandomê. Gelê Kurdistanê dixwaze bi referandomê qedera xwe destnîşan bike.Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê çi bibe welatekî serbixwe çi di çarçoveya Iraqê de bimîne, dixwaze pêwendiyên wê bi Iraqê re baş bin. 
Back to top button