PolîtîkRojev

Gelê Kurd Mirovekî Hêja yê Dozê (Derwêşê Sado) Wenda Kir

Derwêşê Sado (Akgül), di nav pênc damezrênerên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê de bû. Derwêşê Sado (06.06.1934-02.10.2020) xafile ji nav me veqetîya û koça dawî kir. Jîyana wî bi têkoşîna ji bo bidestxistina mafê miletê kurd derbas bû; di vê rê de bi malbatî hate nefîkirin, hate hepiskir, êşkence li wî hate kirin lêbelê wî dev ji doza xwe berneda. Di van rojên dawî de ew, li nexweşxaneyekê Batmanê tedawî dibû û mixabin ji ber nexweşîya xwe di roja 02.10.2020an de koça dawî kir.

Derwêşê Sado ji malbatekê kurdperwer bû û ew hetanî roja dawîya jîyana xwe pêgirtîyê têkoşîn û rêbaza serokê neteweyî yê miletê kurd Barzanî bû. Bi gotina Wî: “70 sal in ku ew ji rêbaza Barzanî neveqetyaye.”

Derwêşê Sado bi tevî malbat û eşîreta xwe ya Pencînarî, rûbirûyê zilma rejîma dagirker bûne, bi dehan kes ji malbata wî hatine kuştin. Gundê ku ew têda ji dayik bûye, Eynqesira bi girêdayî Misirceyê (Qurtelanê) hatîye şewitandin û kavilkirin. Ji ber vê, Derwêşê Sado hîn zarokekî du salî bû, bi tevî gelek endamên malbata xwe macbûr mane ku koçê rojavayê Kurdistanê bikin ku ew der di bin dagirkerîya  Surîyê de ye. Perwerdeyîya xwe, ji seretayî heta bi lîseyê li wê derê kir.

Derwêşê Sado di dema jîyana xwe ya li rojavayê Kurtdistanê de, keysa naskirina şexsîyetên têkoşer û xwebexşên Kurdistanê yên wekî Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Cemîlpaşa, Ekrem Cemîlpaşa, Dr. Ahmed Nafiz, Dr. Nureddîn Zaza ve Cîgerxwîn bi dest dixe.

Piştî derxistina efûya sala 1950yê, ew jî di sala 1952an de vegeriyane gundê xwe yê li bakurê Kurdistanê. Derwêşê Sado dema ku vegerîyaye gundê xwe 18 salî bû. Ew bavê heft zarokan bû; sisê ji wan lawîn û çar jî keç in. Digel xwendin û nivîsandina zimanê kurdî, bi zimanê erebî û îngilizî jî zanîbû û paşê jî hînê zimanê tirkî bûye.

Derwêşê Sado, di sala 1965an de neteweperwerê kurd merhum Seîd Elçî nas dike. Ew, bi tevî pênc hevalên xwe di roja 11.07.1965an de li Dîyarbekirê PDKTyê ava dikin. Di sala 1968an de, ji ber operasyona li ser PDKTyê, bi tevî hevalên xwe yên din li Dîyarbekirê hatine girtin û êşkence li wan kirin. Derwêşê Sado û her sê avakarên din ên PDKTyê (Merhûm Seîd Elçî û Omer Turhan, Şakir Epözdemir), li bajarê Antalyayê hatine hepiskirin.

Piştî kuştina Seîd Elçîyê sekreterê giştî yê PDKTyê, di Cotmeha 1973an de li Siltanşêxmûsê kongireya partîyê çêbûye û Derwêşê Sado di vê kongreyê de bûye sekreterê giştî ya PDKTyê. Ew, yek ji avakerên Hevgirtin-KDP bû ku di sala 1992an de hatîye avakirin.

Derwêşê Sado, di Eylûla 1970an de li Hacîûmranê dibe xwedî şerefa naskirina Mistefa Barzanî û herweha di sala 1975an de li Nexedeyê bi serok Barzanî re hevdîtina wan çê dibe. Di vê hevdîtina ku nemir Serok Mistefa Barzanî jî têde hazir bû, nameya ku Mesud Barzanî ji bo merhum Celal Telabanî nivîsandibû digehîne Mam Celal.

Jîyana Derwêşê Sado, bi têkoşîna bidestxistina mafê neteweyî yê miletê Kurd derbas bûye, êşkence dîtîye, bi tevî kurê xwe yê piçûk hatîye girtin, ji kar hatîye dûrxistin û rastê gelek tehdîdan hatîye. Ji ber serborîya eşîret û malbata wî, xebata sîyasî û girêdana wî ya bi rêbaza Barzanî ve gelek bedêl daye.

Jîyana Derwêşê Sado bi têkoşîna gihîştina armanca miletê Kurd derbas bû û ew di kongreya sala 2010an an PDKê de digel çar kesên din bi medelya Barzanî hate xelatkirin. Serok Mesud Barzanî dema ku medelya pêve kir weha got: “Ger Derwêşê Sado û hevalên wî nebûna, me nikaribû şoreşa Gulanê pêkbianîya.”

Gelê Kurd di roja 02.10.2020an de merivekî xwe yê fedekar, dozgerekî mitewazî û herweha me jî hevalê xwe yê dilsozê dozê wenda kir.

Bila serê hemû malbatê, heval û dost û miletê Kurd sax be.

Em bi rêzgirtinê silav li jîyan û têkoşîna wî dikin.

2yê Cotmeha 2020

Ibrahim Guçlu

Back to top button